NY. Li Yêmen ê 300 penaber di avê de xeniqîn

.

 Li gorî Neteweyên Yekbûyî, boteke koçberan li Yemenê noqî avê bûye û di bûyerê de 300 kesan canê xwe ji dest dane.

David Gressly, Koordînatorê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi kêmanî 300 kes di bûyera binavbûna bota koçberan de li  Deryaya Sor û nêzîk sînorê Yemenê xeniqî ne û canê xwe ji dest dane.

Li gorî Reutersê, Gressly got, “Em dizanin keştiyek ku koçber vediguhastin bin av bûye, dibe ku 200 belkî jî 300 kes miribin, em hejmarê nizanin.”

Koçberên ji welatên Afrîqayê yên wek Etiyopya, Erîtrea, Somalî û Cîbûtî piştî rêwîstiyeke deryayî ya pir metirsîdar, di ser Yemenê re diçin Erebistana Siûdî.

Di wan salên dawî de koçberbûna ji welatên navend û bakurê Afrîqayê ber bi welatên din ve û bi taybet welatên Ewropayê û kendavê zêde bûye û di rêyên qaçax re jî gelek bûyerên noqbûna bot û gemiyên koçberan çê dibin.

Yemenê hêj di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin