NY: Ji mîlyonekî zêdetir mirov ji ber hişkesalî û lehiyê mirine

.

Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya NYê di 50 salên dawî de guherîna îklîmê bûye sedema mirina ji mîlyonekî zêdetir kesî. Rêxistinê zirara aboriyê ya ji ber guherîna îklîmê çêbûye jî aşkere kiriye.

Neteweyên Yekbûyî(NY) destnîşan kiriye ku li tevahiya cîhanê karesatên xwezayî ji ber bandora nerênî ya guherîna îklîmê zêde bûye. NYê daneyên mirinên di 49 salên dawî de pêk hatiye, aşkere kiriye.

Li gorî nûçeya DWyê Petterî Taalas, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê (WMO) ku ser bi NYê ye aşkere kiriye ku ji ber hişkesalî, bahoz, lehî û germahiya hewayê li tevahiya cîhanê ji mîlyonekî zêdetir kes mirine.

Taalasî di daxuyaniyê de gotiye, di navbera salên 1970-2019an de li tevahiya cîhanê 650 hezar kes ji ber hişkesaliyê mirine.

Ji ber ba û bahozan 580 hezar, ji ber karesatên lehiyê jî nêzîkî 59 hezar jin, zarok û mêr mirine.

Her weha ji ber germahiya hewayê jî 56 hezar kes mirine.

Taalas weha gotiye, “Bi giştî barana zêde nîşaneya gûherîna îklîmê ye. Ji ber ku hewa germ dibe, hêştir nem zêde dibe, ev jî tê wateya zêdebûna baranê û rabûna lehiyê.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn