NY ji bo Efrînê civiya: Pêşanî DAIŞ!

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza endama daîmî Fransayê civîya.

Nûnerê Daîmî yê Fransayê li NYyê François Delattre piştî civînê ragihand, ew li ser mijara rewşa Sûriyê civiyane û li ser operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de jî got, "Em ji aloziya leşkerî ya li bakurê Sûriyê bifikar in."

 

Delattre li ser mijara operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de wiha axivî: "Fransa xem û fikarên Tirkiyê yên derbarê ewlekariya sînoran de baş fahm dike û banga hêminiyê li Tirkiyê dike ji ber ku rewşa li Sûriyê pir guhertok e. Parastina yekîtiya navbera hevpeymanan gelekî girîng e. Divê hewla me ya sereke bo têkoşîna DAIŞê be."

Herwiha hat ragihandin ku di civata giştî ya KENYyê de, li ser rewşa mirovî û aloziya leşkerî ya berdewam li Idlib û Gutayê endamên KENYyê hatine agahdarkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin