NY: Em ji bo rewşa herî xerap difikirin

Netewên Yekgirtî (NY) derbarê egera operasyona Tirkîyê bo ser Rojava de ragihand, “Em amadekarîyan ji bo rewşa herî xerap dikin.”

 

Navenda Nûçeyan

 

Piştî ku Amerîkayê leşkerên xwe ji Serê Kanîyê û Girê Spî vekişand û aşkere kir ku Tirkîye dê operasyonekê bo ser Rojavayê Kurdistanê pêk bîne, Netewên Yekgirtî (NY) daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya NYê de ji bo operasyoneke Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, hatîye gotin ku ew amadekarîyên xwe bo rewşa herî xerap dikin.

Herwiha hatîye gotin, “Eger Tirkîye operasyoneke leşkerî encam bide, ji bo rêlibergirtina koçberbûna sivîlên li bakurê Sûrîyê em bang li alîyan dikin. Netewên Yekgirtî derbarê navçeyên aram de xwedî azmûneke biêş e.”

Berpirsê NYê ji medyayê re ragihandîye ku ew planeke hawarçûnê ji bo xelkê ku dê ji cih û warên xwe bin amade dikin û dîyar kirîye, “Eger pêdivî pê hebe, divê alîkarîya qut û derman bê kirin.”

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir