NY: Em ji ber îhtimala operasyonên li dijî rojhilata Firatê bi fikar in

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Peywendiyên Mirovî yê Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ew ji îhtimala pêkhatina şerekî li herêmên rojhilatê Firatê bi fikar in.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Peywendiyên Mirovî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) û Rêkxerê Reşa Bilez Mark Lowcock, bo endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî di derbarê Sûriyê de daxuyaniyek da û fikarên xwe yên bo rûdana şerekî li rojhilatê Firatê anî ziman.

 

Mark Lowcock li ser wan fikarên xwe, ku ji aliyê endamên Neteweyên Yekgirtî hat piştgirîkirin, ev tişt gotin: “Pevçûnên giran li herêmên başûrê Dêra Zorê û li herêmên ser bi seranserê peravên Rûbarê Firatê hêj jî karîgeriyê li sivîlan dike. Li ser kuştin û birîndarbûna gelek sivîlan raport tên, ku ev yek di operasyonên li hemberî DAIŞê yên bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û bi beşdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pêk hatine.”

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Peywendiyên Mirovî yê Neteweyên Yekgirtî da xuyakirin ku di encama êrîşeke DAIŞê ya li ser yek ji kampên koçberan de zêdetirî sedan kes hatine revandin û ew êrîş bûye sedema kuştin û birîndarbûna gelek sivîlan û destnîşan kirk u li herêêm di bin kontrola DAIŞê hêj 15 hezar kes dîlgirtî ne.

 

Lowcock herwiha nîgeraniya xwe ya li ser rewşa Reqayê jî ragihand û bal kişand ser berdewamkirina rêkevtina Rûsya û Tirkiyê ya di derbarê Îdlibê û amaje bi wê kir ku di rewşeke berovajiyê vê yekê de sivîl dê rastî zirareke mezin werin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin