NY: Dixwaze li gel Barzanî kar bike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên (NY) Yekbûyî António Guterres “Ez û rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo mîsogerkirina aştiyê li Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî kar bikin

Li gorî ragihandina malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sekreterê nû yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) António Guterres bersîva nameya pîrozbahiya Serok Barzanî daye û ji ber pîrozbahiya dest bi karkirina wî spasiya xwe ragihandiye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên (NY) Yekbûyî António Guterres bersiva pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da û got; “Ez û rêxistina Neteweyên Yekgirtî em hez dikin ji bo mîsogerkirina aştiyê li Herêma Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê de li gel Serok Barzanî kar bikin.”

António Guterres di peyama xwe de diyar kiriye, ku ew ji ber şerê li dijî DAIŞê û operasyona azadkirina Musilê ji qehremaniya Hêzên Pêşmerge agahdar e.

Guterres herwiha diyar kiriye, ku ji bo tekoşîneke dijwar û dîrokî ya li hember gefan û terorê û hizra tundrewiyê hemû alî di nav hewldanê de ne.

Sekreterê Giştî yê NY ragihandiye, ku ew bi xwe û rêxistina Neteweyên Yekgirtî hez dikin ji bo mîsogerkirina aştiyê li Herêma Kurdistanê, Iraqê, navçeyê û cîhanê de li gel Serok Barzanî kar bikin.

António Guterres di nameya xwe de dabînkirina aştiya Rojhilata Navîn weke erkekî dîrokî binav kiriye û gotiye, ku ji bo vê mebestê jî ew dixwaze ji nêzîk ve li gel Serok Barzan hevkar û hemaheng be.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin