NY: Divê dawî li operasyona Efrînê bê anîn

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric bang li artêşa Tirkiyeyê kir ku operasyona li ser Efrînê bidawî werîne û ji aliyan xwest, rê li ber zêdebûna aloziyê bigirin.

Berdevkê NYyê Dujarric di civîna rojnamevanî ya îro 20ê Sibatê de li ser Efrînê ev daxuyanî da: "Divê dawî li van operasyonên leşkerî were anîn. Çiqas ku şer û pevçûn zêde dibin, xwegihandina mexduran bo alîkariyê jî zehmet dibe. Li Efrînê û Xutaya Rojhilat ji ber şer xelk terka malên xwe didin. Her roja nû bi xwe re êşên zêdetir tîne."

Dujarric herwiha got, "Her roja ku şer û pevçûn rû didin, xeterbûna şerê navbera aliyan dijwartir dibe."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin