NY di raporteke nû de kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan weke jenosîd binav kir

.

 Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan îro encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Civata Ewlekarîyê re pêşkêş kir û got ku kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan jenosîd e.

"Tîma UNITAD bi berfirehî vekolîna kiryarên xirab yên dijî êzîdîyan kir. Ji karbidestên Iraqê, Herêma Kurdistanê û NGOyan wî welatî bi hezaran daxuyanî û dîdevanî tomar kirin. Ez dikarim bêjim ku delîlên zelal û pêbawer hene ku tawanên dijî êzîdîyan digiheje asta jenosîd e.

Herwiha Xan da zanîn ku tîma wan analîzên kompîteran, tomarên deng yên telefonan, teknolojîya nasîna rûyan (facial recognition) û pêdaçûn û lêkolînên forenzîk giheşte wê encamê.

Xan bi berdewamî got: ”Pêlg û delîlên ku me civandin piştrast kirin ku DAIŞê ji kiryarên tuneker yên wek kuştinkarî, destdirêjîya seksî, êşkence, kolekirin û tawanên din yên şer û dijî mirovahî yên ser êzîdîyan berpirs e.”

Xan bi berdewamî da zanîn ku xebata wan wê bibe alîkar ku endamên DAIŞê jibo tawanên ku li Iraqê hatine kirin, li dadgehên navnetewî werin darizandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin