NY derbarê rewşa koçberên li kampên bakurê Sûriyê de hişyarî da

.

Derbarê rewşa koçberan li kampên bakurê Sûriyê de dijîn, Netewên Yekgirtî dibêje, ji ber serma û baranê, rewşa ji 120 hezarî zêdetir koçber, bi karesateke mirovî re rûbirû ne. Ba û baranê ziyanên mezin gihandine konên wan û beşek ji wan jî têk dane.

Berdevkê Ofîsa Netewên Yekgirtî ya Karûbarên Mirovî (Unocha) Jens Lerke diyar kiriye, barana zêde û bayê xurt li 300 cihî ziyan gihandiye 21 hezar û 700 konan ku bi deh hezaran mirov tê de dijîn.

Herwiha daye zanîn, di encama wê têkdana konan, zarokekî can daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Unocha ev rewş bi karesatê bi nav kir û destnîşan kir, ku karkerên di warê hawarhatinê de kar dikin hewlên mezin didin da ku rêyên bi heriyê û bermayiyan tijî bûne vekin da ku xwe bigihînin mexdûrên vê karesata karesatê.

Larke eşkere kir, pêwîstî bi piştevaniya navdewletî ya bilez heye û ji çend rojan ve bi hezaran kes pêdiviyên jiyanê li ser wan qut bûne.

Li gor Unocha ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê û balafirên Rûsyayê, ji 2.7 milyonan zêdetir kes ji Idlibê û deverên din ên bakurê Sûriyê koçber bûne.

Ji aliyekî din ve, ji berê êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, li ser Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, ji 250 hezarî zêdetir kesên Efrînî, koçberî herêma Şehbayê bûne û beşek ji wan di kampan de dijîn. Rêjîma Sûriyê jî, ji nêzîkî mehekê ve ye ew xistine dorpêçê û rê nade alîkariyên mirovî û sotemenî bigihin wan.

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir