NY bo hilbijartînê bangî Tirkiyê kir

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Huseyîn bang li Tirkiyê kir ku beriya hilbijartinan Rewşa Awarte rake û got, di rewşeke wisa de, ku dîtinên mixalîfan bi awayekî giran tên cezakirin, zehmet e hilbijartin bi awayekî pêbawer wer

Beriya hilbijartinên pêşwext ên 24ê Xizîranê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Rewşa Awareta bang li Tirkiyeyê kir.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Zeîd Huseyîn bang li Tirkiyê kir ku ji bo pêbaweriya hilbijartinan rewşa awarte pêwîste were rakirin.

Zeîd Huseyîn di daxuyaniya xwe ya niviskî de got, "Zehmet e di rewşeke waha de, ku nêrînên mixalîfên li hemberî partiya desthilat bi awayekî giran hatine cezakirin, hilbijartinên pêbawer werin lidarxistin."

Ofîsa Zeîd Huseyîn di rapora xwe ya meha adarê de hikûmeta Tirkiyê bi ‘’girtinên girseyî û tasfiyeyên kêyfî'’ tawanbar kiribû û Enqerê jî bertek nîşan dabû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin