Nûrî Birîmo: PKK rêgiriyê li rêkeftina ENKS û PYD dike

.

 Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo li ser sedema rawestana diyaloga Kurdî – Kurdî ragihand: “Sedema sereke ew e ku PYD şirîkatiyê qebûl nake, PYD heta ku bi PKKê ve girêdayî be, PKK nahêle PYD û ENKS bi hev re rêkeftinê bikin.”

Nûrî Birîmo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser sedemên rawestandina diyaloga navbera ENKS û PYNKê axivî.

Birîmo diyar kir: “Xelkê me gelek geşbîn bû û çaverê dikirin ku gotûbêjeke rasteqîn di navbera ENKS û PYDê çêbibe, lê belê PYDê gelek tişt kirin û gelek astengî li pêş diyaloga Kurdî – Kurdî çêkirin. Niha nêzîkî 11 meh in ti hevdîtin çênebûne û ew diyalog rawestiyaye.”

Li ser sedema rawetana diyaloga Kurdî – Kurdî, Nûrî Birîmo eşkere kir: “Sedema sereke ew e ku PYD şirîkatiyê qebûl nake, PYD heta ku bi PKKê ve girêdayî be, PKK nahêle PYD û ENKS bi hev re rêkeftinê bikin.”

Nûrî Birîmo destnîşan kir: “Em weke ENKS ji roja yekem ve di vê diyalogê de cidî ne, em ji dema damezrandina PDK-Sê ve, me her tim yekrêziya nav mala Kurdî xwestiye.”

Li ser îdiayên ku dibêjin Tirkiye zextê li partiyên di nav ENKSê de dike, da ku ew di diyaloga Kurdî – Kurdî de cidî nebin, Birîmo diyar kir: “Em weke ENKS endamê opozîsyona Sûriyê ne û hebûna opozîsyona Sûriyê li Enqere yan li Stenbolê, nayê wê wateyê ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ketiye bin destê Tirkiyê.” Herwiha diyar kir ku ev dereweke mezin e û got: “ENKS baweriya xwe li birayên me yên li vê derê tîne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û cenabê Serok Barzanî serperiştiya me dike, alîkariya me û xelkê me yê Rojava dike.”

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da