Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê tê vekirin

.

Ofîsa Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê îro li Swîsreyê were vekirin.

Biryar e Ofîsa Nûneriya Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê îro Duşemê 26ê Tîrmeha 2021ê li welatê Swîsreyê bê vekirin.

Di vexwendinameyekê de, Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiyê ragihandiye ku îro, demjimêr 18:00 Ofîsa Nûneriya Rêveberiya Xweser li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê tê vekirin.

Di merasîma vekirina ofîsa nûneriyê de, dê Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, beşdar bibe û gotinekê pêşkêş bike.

Piştî merasîma vekirina ofîsê, dê civîneke rojnamevanî bê lidarxistin û bersiva pirsên medyakaran bê dayin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye