Nûnerê YNKê bang li partiya xwe kir: Bêdeng nemînin!

Nûnerê YNKê yê li Enqereyê nerazîbûn nîşanê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim da û bang li Kosret Resûl û Hêro Îbrahîm Ehmed kir ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin.

Nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Behroz Gelalî li hemberî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim yên derbarê Silêmaniyê de nerazîbûn nîşan da û bang rêveberiya partiya xwe kir.

Gelalî ji bo Kosret Resûl û serkirdayetiya YNKê nameyek şand û di wê nameyê de anî ziman ku Tirkiye wan bi alîkariya PKKê tohmetbar dike û xwest li hemberî vê yekê bêndeng nemînin. Gelalî herwisa got, "Hêzên desthildat yên li herêmê piştgiriya terorîstan dikin."

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya ji bo balafirxaneyên Herêma Kurdistanê de gotibû, ew dê balafirxaneya Silêmaniyê bikar neyinin, ji ber ku hêj li wir endamên PKKê hene.

Behroz Gelalî nûnerê YNKê yê li Enqereyê ye lê piştî ku çend endamên îstixbarata Tirkiyeyê li Silêmaniyê ji aliyê endamên PKKê ve hatin girtin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dersînorkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin