Nûnerê Yekîtiya Ewropayê: Pêwîstiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi nûnertiyê heye

.

Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Sûriyeyê Michael Unmacht ragihand ku Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe neguhertiye û şert û mercên Sûriyeyê hîn jî ne guncaw in ji bo vegerandina bi zorê ya penaberan.

Michael Unmacht di hevdîtineke taybet de li gel Rûdawê li Şamê tekezî li ser wê yekê kir ku divê vegera penabaran bi rûmet be û şert û merc rê bidin.

Unmacht behsa gelek mijarên girîng kir, di nav de "Roja Diyalogê" ya ku li Şamê hatibû lidarxistin û tê de nûnerên civaka sivîl û desthilatdaran beşdar bûbûn.

Ew li ser giringiya misogerkirina mafên mirovan, mafên jinan û rola hemû pêkhateyan di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de rawestiya û got, “Pêwîstiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi nûnertiyê heye”

Unmacht debarê Rojavayê Kurdistanê tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê ti cudakariyê di navbera herêmên Sûriyeyê de nake û ew girîngiyê didin hemû deveran, çi di warê alîkariyên mirovî de be, çi jî di projeyên paşerojê de be.

Mijara herî girîng a hevdîtinê pirsa vegera penaberên Sûriyeyê bû, ku niha bûye rojeveke sereke li welatên Ewropayê.

Li ser vê yekê, Michael Unmacht bi awayekî zelal helwesta Yekîtiya Ewropayê anî ziman û got:

"Na, ez bawer nakim ku me helwesta xwe di vî warî de guhertibe. Divê veger birûmet be û şert û merc rê bidin."

Wî tekez kir ku her çend veger mafekî bingehîn e jî lê divê bi dilxwazî be û şert û mercên heyî yên Sûriyeyê, ji ber nearamî û qeyrana aborî hîn jî rê nadin vegerandineke bi zorê ya penaberan.

Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Sûriyeyê Michael Unmacht di vê hevdîtinê de pirsên girîng ên derbarê doza Kurdan, rola pêkhateyan û metirsiya DAIŞê bersivandin.

Ev jî naveroka hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Ev hevdîtin di demekê de ye ku Sûriye di qonaxeke hestiyar a siyasî û mirovî re derbas dibe û pêwîstî bi diyaloga di navbera hemû alî û pêkhateyan de heye. Hevdîtin dê li ser helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li ser dosyayên hestiyar ên wekî vegera penaberan, ji nû ve avakirin, metirsiya DAIŞê, pirsa jinan, doza Kurdan a li Sûriyeyê û dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Bi xêr hatî birêz Michael, careke din gelek spas ji bo te.

Michael Unmacht: Bi xêr hatî.

Rûdaw: Spas birêz Michael. Pirsa koçber û penaberan li welatên Yekîtiya Ewropayê yek ji pirsên sereke ye. Hûn li vir in, gelo bi rastî rewşa Sûriyeyê rê dide penaber vegerin?

Michael Unmacht: Berî her tiştî, vegera penaberan ji bo her kesî mafekî bingehîn e. Em weke Yekîtiya Ewropayê, bi hevkariya Komisyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçê ya Navdewletî tekeziyê li ser wê yekê dikin, divê ev veger bi dilxwazî be û ev biryareke şexsî ye vedigere bo penaber bi xwe.

Lê divê vegereke bi rûmet be jî. Lê belê hîna jî astengî hene wek nearamî û krîza aborî. Me dît ku gelek penaber an koçber vegeriyan malên xwe û wek min got, em vê yekê ji bo her kesî wek maf dibînin. Lê peydakirina şert û mercên guncav ji bo vê yekê jî girîng e û Yekîtiya Ewropayê dixwaze bi desthilatdar û rêxistinên navdewletî re ji bo avakirina van şert û mercan kar bike ku rê bide vegera birûmet û bi dilxwazî.

Rûdaw: Birêz Michael, gelo rewşa Sûriyeyê ya niha ew qasî guncav e, wek mînak bi biryareke Ewropayê penaber bên vegerandin?

Michael Unmacht: Na, ez bawer nakim me helwêsta xwe di vî warî de guhertibe. Divê veger bi rûmet be û şert û merc rê bidin. Wek me dît, zêdetirî 3 milyon penaber û koçber vegeriyan malên xwe lê em astengî û pirsgirêkên ku hene dizanin, wek mînak di warê xizmetguzarî yan perwerde û dibistanan de. Ya herî girîng ew e derfet ji bo vê bijardeya her kesî hebe.

Rûdaw: Gelo hewlên Yekîtiya Ewropayê hîn jî tenê bi alîkariyên mirovî sînordar in an derbasî qonaxa nûjenkirina jêrxan û avakirina Sûriyeyê bûne?

Michael Unmacht: Ev armanca mezin e. Herî dawî em beşdarî konferansa "Roja Diyalogê" bûn ku cara yekem li Sûriyeyê hat lidarxistin û me bi hevrêziya desthilatdarên Sûriyeyê, Wezareta Karên Derve û Koçberan, Wezareta Karên Civakî û rêxistinên civaka sivîl re kar dikir.

Em gelekî axivîn û ev yek ji mijarên sereke bû. Tevî vê yekê jî bê guman pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em ji alîkariyên mirovî tenê, derbasî başbûna destpêkê û başbûna aborî bibin û ev armanceke hevbeş a hemûyan e. Lê di dema niha de hîn jî pêwîstiyeke lezgîn bi alîkariyên mirovî heye û divê em vê yekê ji bîr nekin.

Rûdaw: Hûn hîn jî DAIŞê wekî metirsiyê li ser Sûriyeyê û navçeyê dibînin?

Michael Unmacht: Bê guman, ev ne tiştekî nû ye, Koalîsyona Navdewletî ya Mezin a li dijî DAIŞê heye û gelek pêkhate di vî warî de bi rola xwe radibin. Yekem, em çavdêriya tevlîbûna fermî ya Sûriyeyê bo vê hevpeymaniya navdewletî ya ji bo şerê li dijî DAIŞê dikin û em rêxistinê wek metirsiyeke berdewam dibînin.

Helbet zehmet e ku mirov mezinbûna metirsiyê bi duristî bizanibe lê girîng e em wek Yekîtiya Ewropayê û yên din bi awayekî cidî bixebitin û di vî warî de hemû hewldanan bidin. Ev ne tenê ji bo berjewendiya me ye, ji bo berjewendiya tevahiya gelê Sûriyeyê ye li her derê be. Bi vî awayî em rola hinek hêzan di paşerojê de jî dizanin. Me êrişa terorîstî ya hezîranê li dijî Dêra Mar Elyasê ya li Şamê dît û ev yek nîşana metirsiya DAIŞê ye ku gelek mirovên bêguneh bêyî ti sedeman kuştin û bi vî awayî me careke din dît ku ev metirsî heta niha jî heye.

Rûdaw: Kurd, Durzî û Elewiyan ragihandina destûrî ya desthilata demkî ya Sûriyeyê red kir. Têbîniyên we derbarê vê danezana destûrî de çi ne?

Michael Unmacht: Min dît kongreya Kurdan di vî warî de helwestek wê hebû û ez nizanim gelo em dikarin bibêjin Elewî û Durziyan jî ev yek red kiriye lê ne rola Yekîtiya Ewropayê ye ku destwerdanê di van nîqaşên Sûrî-Sûrî û di navbera pêkhateyan de bike. Lê divê destûra her welatekî vîna gel bi hemû pêkhateyên xwe nîşan bide.

Gelo Yekîtiya Ewropayê vê yekê rewa dibîne yan na? Ez bawer dikim ku girîng e her destûr mafên mirovan, rola jinan nîşan bide û bibe encama vîna tevahiya gel. Em di qonaxeke veguhêz de ne û divê em vê yekê ji bîr nekin.

Rûdaw: Lê birêz Michael têbîniyek heye, ev ragihandina destûrî wekî destûreke demkî ji bo Sûriyeyê tê dîtin û nasnameya Erebî parastiye, ango ti mafên neteweyî û çandî ji bo Kurdan tê de nînin. Ez li vir li ser tecrubeya we di amadekirina destûran de dipirsim, li gorî we divê destûra Sûriyeyê çawa be?

Michael Unmacht: Ev vedigere ser vîna gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe û ev yek girîng e. Ez bawer dikim  mafên mirovan û mafên çandî beşekî girîng in. Û eger ez baş fêm bikim, ji 10ê Adarê ve di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li Şamê lihevkirinek heye û divê em wê pêk bînin. Niha nîqaş û dan û standinên cidî hene û ez bawer dikim û eger ez baş fêm bikim, hemû alî di dan û standinên cidî de ne. Wek min got, em di qonaxeke veguhêz de ne, guherîn her tim mimkun e û ez bawer dikim ku dan û standin û nîqaşên di navbera hemûyan de beşekî girîng e û em dê encamên li gorî prensîpên mafên mirovan û prensîpên Yekîtiya Ewropayê bibînin.

Rûdaw: Li gorî prensîpên mafên mirovan û prensîpên Yekîtiya Ewropayê, hûn piştgiriya mafên Kurdan li Sûriyeyê dikin?

Michael Unmacht: Pêwîst e mafên mirovan bên misogerkirin û cudakarî û nijadperestî nebe. Min daxuyanî dîtin û ji hevdîtina xwe ya bi HSDyê û nûnerên wan ên li vir li Şamê û bi hikûmetê re jî fêm kir ku nîqaş û pêşniyar li ser pergalê û awayê tevlîbûnê hene û ev tiştek e em dişopînin. Divê alî bi xelkê re biaxivin.

Rûdaw: Ji ber ku ew duyemîn neteweya herî mezin a Sûriyeyê ye û dixwazin zarokên wan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin, hûn piştgîriya van mafan dikin?

Michael Unmacht: Ev ne destwerdaneke Ewropî ye, li Ewropayê jî ji aliyê zimanî ve sîstemên cuda hene. Lê ez bawer dikim ku ziman saman e û çand saman e û dewlet dikare ji vê samanê sûdê wergire. Lê divê ev bibe encama lihevkirina hemû pêkhateyan. Ez ji Almanyayê me û rewşa wir ji ya Fransayê yan welatên din cuda ye lê li Ewropayê pirzimanî, pirçandî û pirşaristanî heye û em jê sûdê werdigirin.

Rûdaw: Daxwazên navxweyî û derve hene ku sîstema birêvebiriya Sûriyeyê bibe sîstemeke nenavendî ya federal. Çima Yekîtiya Ewropayê ev mijar nexist nav mijarên "Roja Diyalogê" ya li Şamê?

Michael Unmacht: "Roja Diyalogê" û bernameya wê encama hevrêziyeke destpêkê ya di navbera me û civaka sivîl û desthilatdaran de bû û encama lêkolîna hinek saziyan di demeke teng de bû. Bijardeya hemûyan bû. Eger hûn li mijarên din binêrin, ew jî mijarên pir girîng in. Wek di konferansê de hatibû nivîsandin, ev gava yekem e û ez bawer dikim nîqaşkirina sîstema siyasî ya paşerojê pir girîng e. Ne rola Yekîtiya Ewropayê ye ku helwestê nîşan bide, li Ewropayê wek min got welatên me yên federal hene û yên din jî xwedî sîstemeke navendîtir in. Ji ber vê yekê divê ev bibe encama nîqaşan. Wek min got em li ber ragihandineke destûrî ne û di nêzîk de dê encûmeneke gel hebe û me dît rol di vî warî de hatine destnîşankirin û dê di nêzîk de bi dawî bibin.

Rûdaw: Hilbijartinên Encûmena Gel navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê li xwe negirtin, ango navçeyên kêmîneyan li xwe negirtin.

Michael Unmacht: Helbet pêwîstiya hemû pêkhateyan bi nûnertiyê heye û em dê bibînin ka dê rewş çawa bibe. Me astengiyên li pêşiya vê yekê dîtin û em dê di paşerojê de vê yekê bibînin. Ez bawer dikim ev jî dê bibe yek ji encamên dan û standinên di navbera HSDyê û hikûmetê de û heman tişt li Siwêdayê jî dê bibe. Helbet eger beşdarî ji van parêzgehan hebe dê rewş baştir bibe û ez bawer dikim me hîn ev yek bi dawî nekiriye.

Rûdaw: Nêrîna we ji bo mafên jinan li Sûriyeyê piştî ketina rejîma Esed çi ye?

Michael Unmacht: Ev beşekî bingehîn ê mafên mirovan e. Em li dijî her cor cihêkariyê ne, çi li ser bingeha zayendî, çi li ser bingeha olî yan etnîkî-neteweyî be. Girîng e mafên mirovan bên misogerkirin. Em di qonaxeke dijwar de ne, lê ez bawer dikim divê bê qebûlkirin ku jin dê roleke bingehîn bilîze, ne tenê di civaka sivîl de, lê di Sûriya nû de jî. Me di "Roja Diyalogê" de tekezî li ser wê yekê kir ku mafên mirovan û mafên jinan ji mijarên sereke yên nîqaşê ne û di vî warî de pîvanên me yên navdewletî hene û ez ji aliyê desthilatdaran ve ti redkirinê nabînim.

Rûdaw: Rêxistinên civaka sivîl ên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin di "Roja Diyalogê" de têra xwe girîngî bi wan nehatiye dayîn, çima?

Michael Unmacht: Ez nizanim û bi awayekî sembolîk û bi erêkirina hikûmeta Sûriyeyê, me dît ku wergera daîmî ya hemû nîqaşan ji Erebî û Îngilîzî bo Kurdî û ji Kurdî bo Erebî û Îngilîzî hebû. Bi dîtina min "Roja Diyalogê" semboleke xweş bû ji bo vê pirrengiyê û ji bo rola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Me ti cihêkarî nekir.

Rast e hejmara beşdaran ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber pêwîstiyên lojîstîk û darayî kêm bû lê wek min got ev gava yekem e û ne ya dawî ye. Di "Roja Diyalogê" ya bê de em dê beşdariyeke zêdetir bibînin, her wiha beşdariya ji Siwêdayê ku mixabin nikaribûn amade bibin û ez bawer dikim ku berpirsiyarî ne li ser aliyekî bû lê biryareke kesî ya hinek kesan bû. Ez bawer dikim "Roja Diyalogê" serkeftineke mezin bû lê her tim derfet hene di paşerojê de baştir bibe.

Rûdaw: Gelo Yekîtiya Ewropayê girîngiyê dide kampên malbatên DAIŞê yên li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de?

Michael Unmacht: Bê guman. Di vê dosyayê de, em beşdariya fermî ya Sûriyeyê di vî warî de dişopînin. Me behsa dan û standinên di navbera HSDyê û hikûmetê de kir ji bo bicihkirin û pêkanîna lihevkirinan û ez bawer dikim ev beşek jê ye. Lê beşê mirovî ji bilî beşê siyasî jî heye û Yekîtiya Ewropayê bi rêya ajansa me ya alîkariyên mirovî û bi hevkariya Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di vî warî de alîkariyê dike, ev beşekî bernameyên din ên ku Yekîtiya Ewropayê alîkariyê dike, ji ber ev krîzeke mirovî ye û pêwîst e bersiva wê bê dayîn û baldariyeke me ya taybet di vî warî de heye.

Rûdaw: Gelo Yekîtiya Ewropayê girîngiyê dide navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê? Ango herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav projeyên we de ne?

Michael Unmacht: Bê guman, li Sûriyeyê cudakariya me nîne. Ev yek berî ketina rejîmê jî hebû, me ne tenê bi rejîma berê (rejîma Baas) re kar dikir me bi alîkariyên xwe yên mirovî li bakur, çi rojhilat be, çi rojava be kar dikir. Di bernameyan de ti cihêkariya me nîne, Sûriye li her aliyekî xwe Sûriye ye. Bi vî awayî em xwe ji ti projeyên li bakurê rojhilat an bakurê rojava bêpar nakin. Sûriye yek e û ev girîng e.

Rûdaw: Rêxistinên civaka sivîl li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin an jî belkî ditirsin ku piştî ketina rejîmê dê girîngî zêdetir bi Şamê bê dayîn û ji paşguhxistinê ditirsin.

 

Michael Unmacht: Ez bawer nakim ev yek rast be lê helbet metirsî heye û divê em hemû bi hev re bixebitin da ku xwe ji vê yekê dûr bixin. Em li Şamê ne lê serdanên me yên taybet ji Rêxistina Alîkariyên Mirovî (ECHO) hebûn û ew amade ne, û serdanên me ji ajansên din ên Yekîtiya Ewropayê re hebûn û em girîngiyê didin hemû navçeyan, derfet ne bêsînor in.

Rûdaw: Kampên navxweyî yên koçberan hene, bi taybet yên ji navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî, hûn ti piştgîriyê pêşkêşî wan dikin?

Michael Unmacht: Bê guman, wek me got mafê penaber û koçberan heye ku vegerin ser axa xwe û em dê bicihkirina vê yekê bibînin. Ev jî dê bibe encama dan û standinan. Cihêkariya me nîne, mafê mirovan heye vegerin malên xwe, ji kîjan pêkhateyê bin, çi Kurd, Ereb, Sunî, Elewî yan Durzî bin. Ya girîng ew e mafên hemûyan yek in. Pirsgirêk hene lê me dît ku nêzîkî 2 milyon koçber li hinek navçeyên Sûriyeyê vegeriyane û em dê di demeke nêzîk de vegera koçberên ji bakurê rojhilat û bakurê rojava bo malên wan bibînin.

Em vê yekê dixwazin û pêkanîna wê dê zehmet be û wek me got, cudahiyên di navbera navçeyan de ne mezin in, dibe ku pirsgirêkên taybet hebin ji herêmekê heta ya din cuda bin lê ya girîng ew e em hemû bi hev re biçin. Berpirsiyariya yekem dikeve ser milê desthilatdaran ku rê bidin vê vegerê û em dê di demeke nêzîk de bibînin ku hemû koçber ji her derekê hatine û li kîjan kampê dimînin vedigerin.

Jiyana li kampan ne jiyaneke bi rûmet e û ez bawer dikim divê em hemû hewlan bidin ji bo guhertina vê yekê. Yekîtiya Ewropayê her tim bêyî ti cihêkarî piştgîrî daye vê yekê. Herêm li ser rêya me û bi hevkarên me yên mirovî re di vê dosyeyê de ye.

Rûdaw: Hûn dê kengî biçin navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê?

Michael Unmacht: Di zûtirîn dem de. Ez dixwazim serdana tevahiya Sûriyeyê bikim. Helbet me li vir li Şamê destpê kir û Sûriye ne welatekî biçûk e lê em dê di demeke nêzîk de serdana hemû herêman bikin.

Rûdaw: Gelek spas ji bo we birêz Michael Unmacht ku we ev derfet da me.

Michael Unmacht: Sipas ji bo we jî.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Li Efrînê çarenivîsa zimanê Kurdî: Wekî 'zimanekî biyanî' miameleyê dibîne?
PDK: Eger YNK neyê alternatîfên me hene
Nifûsa Başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
Tirîfe Ezîz: Divê Amerîka bi lez sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê
Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê: Serkêşê bûyerên Xebatê hate girtin