Nûnerê Sûriyeyê: Vegera ji naskirina mafên Kurdan nîne

.

 Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Ebdulmelîk Ulebî ragihand ku naskirina mafên Kurdan û naskirina zimanê Kurdî ya bi rengê zimanekî niştimanî ya ji aliyê hikûmeta nû ya Şamê ve biryareke dawî ye û got, "Vegera ji vê biryarê tune."

Ulebî her wiha destnîşan kir ku rakirina nivîsên Kurdî yên li ser hinek tabelayên saziyên hikûmetê tenê rêkareke teknîk bûye û ne biryareke siyasî ye.

Zimanê Kurdî û mijara nasnameyê

Îbrahîm Ulebî li ser wan xwenîşandanên li Hisîçayê yên li dijî rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelayên saziyan bersiv da pirsên Rûdawê û got:

"Ev ne mijareke siyasî ye, tenê pêwendiya wê bi şêwazê tabelayên li Sûriyeyê re heye."

Ulebî pesnê "hişmendiya" serkirdeyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê da ku rewş ji bo alîgirên xwe zelal kirine û nehiştine ku ev bibe pirsgirêkeke siyasî.

Dîplomatê Sûriyeyî bal kişand li ser guherîneke dîrokî û anî zimên:

"Wekî we jî dît, bi dehhezaran Kurdên ku berê nekarîbû nasnameyê bistînin, niha cara ewil daxwaza nasnameya Sûriyeyê dikin û dibin xwedî nasname. Ji bo çareserkirina hemû astengiyan, dan û standin û xebatên hevbeş didomin."

Rûdaw: Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) doh ragihand ku nêzîkî 7 milyon Sûriyeyiyan hîn jî di rewşa bêewlehiya xwarinê de ne. Tu dikarî ji me re bibêjî ka hikûmet ji bo sivikkirina vî barî çi dike?

Îbrahîm Ebdulmelîk Ulebî: Wekî hûn dizanin, rewşeke aborî ya gelekî aloz, hejariyeke zêde û birçîbûn ji me re maye. Ji ber vê yekê em li gel gelek aliyên navneteweyî, NY û welatan dixebitin da ku em karibin vî barî sivik bikin. Beşek ji vê jî ew e ku em şiyana kirîn û çandinê bidin xelkê û wan tevlî pêvajoya aboriyê bikin.

Em li ser van hemûyan dixebitin. Lê em venaşêrin ku hîn pêdiviya me bi alîkariyên mirovî heye. Ev mijar îro di Konseya Ewlehiyê de jî hat nirxandin. Alîkarê Sekreterê Giştî yê OCHAyê (Fletcher) eşkere kir ku pêdiviya me bi budceyeke zêdetir heye. Pêwîst e cîhan di vê qonaxa demkî de bi awayekî micid were pêş heta ku Sûriye careke din karibe li ser pêyên xwe bisekine. Sûriyeyî bi birçîbûnê re ne hîn in, ew gelekî dixebitin, tenê pêdiviya wan bi amûran heye da ku bixebitin û em dê vê yekê pêk bînin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser wan xwenîşandanên li Hisîçayê ye ku Kurdan li dijî rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelayên hikûmetê kiribûn. Ez dizanim Serok Şer gotiye ku ew Kurdî wekî zimanekî "niştimanî" qebûl dike. Di pratîkê de ev tê çi wateyê? Çima zimanê Kurdî ji ser tabelayên hikûmetê hat rakirin?

Îbrahîm Ebdulmelîk Ulebî: Bê guman, berî her tiştî em ji ber bertekên fermî yên Kurdan ên li ser vê mijarê gelekî kêfxweş in. Ew ji alîgirên xwe re axivîn û eşkere kirin ku ev ne mijareke siyasî ye lê pêwendiya wê bi şêwazê tabelayên li Sûriyeyê re heye. Her tim du ziman li ser tabelayan hebûne û ev yek ji bo gelek kesan hat zelalkirin.

Wekî we jî dît, wêneyên balkêş hebûn ku bi deh hezaran Kurdên Sûriyeyî yên ku berê ti carî nekarîbûn, niha cara ewil daxwaza nasnameya Sûriyeyê dikir. Bê guman di vê rêyê de hinek astengî derdikevin pêşiya me lê ji ber ku em dan û standinê dikin û bi hev re dixebitin, tiştekî ku neyê çareserkirin tune. Ez bi rastî destxweşiyê li hişmendiya gelek serkirdeyên Kurd ên Sûriyeyê dikim ji bo axaftina bi alîgirên xwe re û zelalkirina vê yekê ku ev pêvajoyek e û wext dixwaze lê em bi temamî li ser dixebitin. Di mijara naskirina mafan de ti vegera li berê tune.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir
Nûnerê Çînê ji bo Kurdî bangî Şamê kir: Bi baldarî nêzîk bibin
Dawiya Celadê Kurdan
Li Qoserê Çalakvanên Hatibûn Desteserkirin Bi Kurdî Îfadeya Xwe Dan