Nûnerê Rojava: Tu wateya Kongreya Soçiyê nîne!

Nûnerê Rojava li Moskowê Rodî Osman ragihand ku hewldanên ji bo aştiya li Sûriyeyê ya Rûsyayê bi kêfxweşî pêşvazî dikin, lê heta niha vexwendin ji bo Kongreya Diyalogên Niştimaniya Sûriyeyê ya li Soçiyê wernegirtine.

Osman civîna çapameniyê li Moskowê li dar xist û daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû kurd jî di nav lîsteya beşdarên Soçiyê de heye nirxand.

 

‘WATEYA BEŞDARBÛNA KONGREYÊ NÎNE, NIHA PARASTIN GIRÎNGTIR E'

Osman eşkere kir ku heta niha vexwendin ji bo kongreye wernegirtine û got: "Em kurdên ku qala wan dikin nizanin. Em nizanin kî hatine vexwendin. Em herdem hewldanên Rûsyayê erenî dibînin, lê niha ti wateya beşdarbûna kongreye nîn e. Niha şerek li herêmê diqewime û ji bo parastina girîngtire."

‘EM BI TIRKIYEYÊ RE LI SER HEMAN MASEYÊ RÛNAYNIN'

Osman diyar kir ku piştî geşedanên dawî Tirkiye wek welatekî garantor nabînin û bi Enqereyê re li ser heman maseya muzakereyan rûnaynin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin