Di 20.06.2017ê de li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û referandûm û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê nirxandin û di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de danûstandina bîr û ramanan kirin.