Nûnerê Amerîkayê ji bo destpêkirina diyaloga kurdî ligel ENKSê civiya

.

Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein serdana baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Li gor nûçeya K24ê, David Brownstein duh serdana baregeha ENKSê li Qamişlo kir û di civînê de her du aliyan pirsgirêkên li pêş diyaloga di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de gengeşe kirin.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê di civînê de tekez kir ku Amerîka pabend e bi her rêkeftinekê di navbera ENKS û PYNKê de û dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê.

ENKS û PYNKê ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de dikin, lê demek e danûstandin rawestiyane.

Brownstein jî di Mijdara 2020an de cihê Balyoz William Roebuck girt û niha dîplomatê herî payebilind ê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ye.


 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin