Nûnerê Amerîka yê Sûriyê piştî ENKSê bi şanda PYNK re jî civiya

.

Nûnerê Amerîka yê Sûriyê David Brounstein piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û hevdîtinên li gel Serok Barzanî û şanda ENKSê li Hewlêrê, li Qamişlo bi şandeke partiyên PYNKê re civiya.

Di civîna ligel David Braunstein de, şanda PYNKê ya ji Asya Abdullah, Sema Begdaş, Mihemed Mûsa, Salih Gedo, Cemal Şêx Baqî û Nesredîn Îbrahîm beşdarî kir pêk dihat.

Hat ragihandin ku di civînê mijara ji nû ve destpêkirina danûstandinên navbera PYNK û ENKSê hatine gotûbêjmirin û David Braunstein encamên hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji bo despêkirina danûstandinan bi şanda PYNKê re parve kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye