Nûnera NYê: Yekrêziya aliyan dê herêma Kurdistanê bihêztir bike

.

 Nûnera Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert radigehîne ku yekrêziya aliyan dê herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Îro 19.05.2021ê nûnera taybet a sekreterê giştî yê NYê ya karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert beşdarî konferansa zankoya Kurdistan – Hewlêr a ‘’Yekrêzî û destûr’’ê kir û gotarek pêşkeş kir.

Jeanine Hennis-Plasschaertragehand: ‘’Gelek qurbanî hatine dayîn heta herêma Kurdistanê geheştiye vê qonaxa naha. Lê wek her cîheke din azadî bi asanî bidest nakevin û yekrêzî mifte ango kilîla serkeftinê ye.’’

Nûnera NYê ragehand, hebûna cudayiyên netewî û olî li herêma Kurdistanê xaleke giring in û rêxweşker in bo pêşdeçûna zêdetir a herêma Kurdistanê.

Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir yekrêziya aliyan dikare herêma Kurdistanê bihêztir bike. ‘’Dema yekrêzî nebe jî dê berevajî be, herêma Kurdistanekî bihêz, Iraqê jî dê bihêz bike ne tenê li ser asta navxweyî, herwaha asta navdewletî de jî dê bihêz bike.’’

Jeanine Hennis-Plasschaert pêwîst zanî ku hêzên Pêşmerge bên rêkxistin kirin û yekrêz bin û got: ‘’Nabe êdî herêma Kurdistanê li ser du bazineyan de dabeş bibe, ji bo seqamgîriya siyasî li herêma Kurdistanê divê lihevkirina niştimanî hebe.’’

Herwaha ragehand, ji ber nebûna pêwendî û guftûgoyên aliyan, nikare destûrek bo herêma Kurdistanê bê nivîsandin, ku dê bibe ‘’derfetekî baş bo jiyana hemû pêkhateyan û piştrastî bo xelkê dê ava bike.’’

Dawiya axaftina xwe de jî Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir, dê NY piştevaniya ji bo herêma Kurdistanê jî berdewam bike.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan