Nûnera Kurdistanê: Şanda Kurdistanê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Iraq û Amerîkayê dibe

.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman diyar kir; şanda Herêma Kurdistanê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Iraq û Amerîkayê dibe.

Beyan Samî Ebdurehman ji K24ê re destnîşan kir: “Hefteya bê, şanda Herêma Kurdistanê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Bexda û Washingtonê dibe, ku biryar e ji bo diyarkirina dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê birêve biçe.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, beşdarbûna nûnerên Herêma Kurdistanê di vê diyalogê de gelek girîng e û biryar e mijarên girîng werin gotûbêjkirin.

Herwiha da zanîn, Diyaloga Stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê çend mijarên weke enerjî, guherîna keşûhewa, dosyeya ewlehiyê, tendirustî, kulturî, perwerde, mafên mirovan û hilbijartinan li xwe digre.

Ev di demekê de ye ku do Şêwirmedê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî diyar kir; bi mebesta diyarkirina demekê ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di demeke nêz de dê serdana Washingtonê bike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin