Îbrahîm Guçlu
KOVARA Nûbiharê, di hejmara 175emîn de dosye Kurdên Anatoliya Navîn amade kiriye.
Kovar, di bin Edîtoriya Mehtab Îdelî û Adem Ozgur de hatiye amade kirin.
Di dosye yê de gelek nivîsên
hêja hene.
Mehtab Îdelîyê, di derbarê beşek navdarên Kurdên Anatoliya Navîn nivîsek amade kiriye.
Di nav van kesan de, du kesên balkêş yê destpêka sedsal a 20emîn hene ku ji aliyê nifşa nû ve qet nayên nas kirin.
Ew du kes: Osman Şefkî Efendî (Mêcîdîyê/Çîçekdag) û Hacî Osmanzade Hacî Beg (Gundê Hecî Bekîr-Bala) e.
Sipas ji bona berpirsiyarên Nûbiharê û amadekarê Dosye ya Kurdên Anatoliya Navîn, ev dosye ya hêja amade kirine.