Nobedara 'Edaletê' Emîne Şenyaşar hat binçavkirin

.

Emîne Şenyaşar ku mêrê wê û 2 kurên wê ji aliyê mirovên parlamentarê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û li ber avahiya edliyeya Rihayê dest bi nobedariya edaletê kiribû, hat binçavkirin.

Hevjînê Emîne Şenyaşar Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, dema hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ji aliyê pasevan û xizmên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibûn kuştin. Heta niha jî di pêşveçûnek di doza Şenyaşaran de çênebûye û ji kesên êrîşkar ti kes nehatiye girtin.

Emîne Şenyaşar ji dema êrîşê ve doza edaletê li dadgehê dike û dixwaze kujerên hevjîn û zarokên wê bên cezakirin. Şenyaşar bi vê mebestê 7 roj berê ligel kurê xwe li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta Edaletê kiriye.

Polîsan îro Duşemê Emîne Şenyaşar binçav kirin û birin navenda asayîşa Rihayê.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel daye xuyakirin ku Emîne Şenyaşar ji ber îdeayekê hatiye binçavkirin û ew dê mijarê bişopînin.

Herwiha kurê Emîne Şenyaşar Ferit Şenyaşar ku ew jî dema êrîşê birîndar bûbû jî çalakiya xwe ya Edaletê li ber avahiya edlîyeyê berdewam dike.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin