Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal wefat kir.

Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal, ku demek dirêj bû nexweş bû, li bajarê Stenbolê jiyana xwe ji dest da…

Yaşar Kemal, ku ji ber nexweşiyê ji roja 14ê Çileya îsal ve rakiribûn nexweşxanê, di temenê 92 saliyê de xatir ji jiyanê xwest.

Yaşar Kemal Kî ye?

Navê rast ê Yaşar Kemal, Kemal Sadiq Gokçelî ye û sala 1923ê li gundê Hemîte yê bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyê hatibû dinê. Kemal di bûyerekê de çavekî xwe ji dest dabû.


Yaşr Kemal, di pola dawî ya qonaxa navendî de neçar dimîne dest ji xwendinê berde û ji bo debara malbata xwe kar bike. Sala 1950ê ji ber sedemên siyasî salekê li navçeya Kozanê ya Edenê tê girtin, piştî ku hat berdan çû Stenbolê. Piştî demek kurt bû rojnamevanê rojnameya Cuhmhuriyetê û heta sala 1963ê di wê rojnameyê de xebitî.


Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal, yekemîn xelata xwe ji ber hevpeyvîna bi navê “Di mezintirîn havîngeha cîhanê de 7 roj” stand, paşê ji ber yekemîna romana xwe ya bi navê “Înce Memed” hat xelatkirin û xelatek jî ji ber romana xwe ya bi navê “Kuştara Bazara Hesingeran” stand.

Romana wî ya bi navê “Erd Hesin, Asman Mis” sala 1977ê li Fransayê wek baştirîn romana biyanî hat hilbijartina. Nîşana fransî ya bi navê “Légion D'Honneur” jî ji ber romana xwe ya bi navê “Efsaneya Hezarga” stand

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")