Nivîskarê Kavaid-i Lisan-ı Kurdî (Qavaîdê Lîsânê Kurdî): Omer Avnî Efednî yê Xarpûtî (1865-1932)

Seîd Veroj

Seîd Veroj/Kovarabîr

  1. Cîyê jidayikbûn û perwerdeyî

Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpûtê ye ku îro bi navê Elezîzê tête nasîn. Li gor ewraqên arşîva meşîhata Miftîtîya Îstenbulê, “Omer Avnî Efendî, sala Hicrî ya 1281ê li Xarpûtê ji dayik bûye. Navê bavê wî Hecî Osman Axa ye û yê dayika wî jî Ayşe Xanim e.”[1] Malbata “Omer Avnî Efendî, ji gundê Kulîyanê Jêr ê qeza Baskîla Elezîzê ye û paşê koçê nava bajarê Xarpûtê kirîye.”[2] Omer Avnî, “di roja 3yê Muharrema 1282 (M. 29ê Gulana 1865an li taxa Alacameclîsa Elezîzê ji dayik bûye.”[3] Li gor nivîsandina xwendevanê wî yê Îshaq Sunguroğlu; Omer Avnî Efendî di sala Hicrî ya 1277 (1860)an de li Xarpûtê ji dayik bûye, bavê wî ji gundê Kulîyanê Jêr (Kıluşağı) ya Baskîlê ye û bi navê Osman Keya dihate nasîn.[4]

Wî, “Xwendina xwe ya seretayî di medreseya Kamil Paşa de kirîye, paşê li Ruşdîyeya Xarpûtê dest bi xwendinê kirîye û sala 1883yê bi dereceya herî baş mekteba Ruşdîyeyê xelas kirîye. Di medreseya Kamîl Paşa de li ber destê Hecî Ebdulhemîd Efendî xwendîye. Ji wê şûn ve, ji bo xwendinê çûye Îstenbulê.[5] Li Îstenbulê di taxa Fatîhê de, “Li nik Ebûbekir Efendîyê Xarpûtî xwendina xwe dewam kirîye û jê îcazetname girtîye. Piştî ku îcazeya xwe girtîye vegeryaye Xarpûtê, mudetekê li qeza Arapgîr û Paxê mamosteyî kirîye û ji demekê şûn ve ji bo tememkirina xwendin û ezmûnekê mamosteyîyê cardin çûye Îstenbulê. Ji Darûlmualîmê destûra mamosteyî wergirtîye û bi wezîfeya mamosteyîya Qewaîda Turkî hatîye tayînkirin ji bo Ruşdîyeya Eskerî ya Elazîzê.”[6] Wî bi tevî zimanê xwe yê kurdî, bi zimanê farisî û erebî û tirkî jî dizanîbû. Li gor neqilkirina hevdemên wî, yekî bejindirêj, çavreş û qemerî bû. Xwendevanê wî yê Îshaq Sunguroxlu dibêje: “Ew merivekî hêmin û mitewazî bû, lêbelê kesekî gorbuhişt hîç bi rûken nedîtîye. Yekî bejindirêj û daîm cibeyek reş lê bû, rihê wî reş, dirêj û zirav bû.”[7]

  1. Mamosteyî û nivisîna Kavaid-i Lisan-ı Kurdî (Kavaîdê Zimanê Kurdî)

Her wekî ku li jorê jî hatîye nivisîn, Omer Avnî, di sala 1883an de Ruşdîyeya Xarpûtê xelas kirîye û ji bo wergirtina îcazeyê di medreseyên cihê cihê de xwendina xwe dewam kirîye. Wî, “Di Eylûla sala 1308 (1892)an de bi wekalet li ruşdiyeya çarsencaxa Dêrsimê dest bi mamosteyî kirîye. Di gulana 1309an de ku mamosteyê eslî yê mektebê tayîn dibe, ew ji bêgavîyê karê mamosteyîya ruşdiyeyê ber dide û ji çend meh betalîyê şûn ve di 10ê hezîrana 1309 (1893)an de li mekteba seretayî ya qeza Paxa Dêrsimê dest bi mamosteyî dike. Di sala 1310 (1894)an de, ji bo terfîyê tevlî ezmûnekê bûye, serkevtinek baş bi dest xistîye û di encama vê serkevtinê de, ji bo mamosteyîya sanî (duyemîn) ya Mekteba Ruşdîyeya Arapgîrê hatîye tayînkirin.”[8]

Dema ku ew li qeza Arabgîrê kar dike, ji meaşê wî 200 quriş tînin xwarê û li ser vê yekê ew serdana meqamê Meşîhat dike. Di bersivê de meqamê Meşîhat dibêje: “Ji bo vê yekê, divê tu li Îstenbulê bi qasî salekê dinê di medreseyan de bixwînî. Piştî temamkirina vê xwendina xwe jî, di sala 1318 (1901-1902)an de, ji bo muderrîsîya (mamosteyîya) qeza Xarpûtê hatîye tayînkirin. Sala 1325 (1909-1910)an jî, di Mekteba Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê de bûye mamosteyê Kavaîdê Osmanî.”[9] Kitêba wî ya bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kürdî” (Qavaîdê Zimanê Kurdî) jî, di vê demê de hatîye çapkirin. Piştî ku Mekteba Ruşdîyeya Eskerî hatîye girtin, Omer Avnî Efendî, “meletîya Mizgefta Serayê, mamosteyîya dersê dînî yên Darûlmuallîmîn, Mekteba Sultanî û mamosteyîya Darûlxilafeya Xarpûtê kirîye û herî dawî jî di sala 1927an de jî musewîtîya Miftîtîya Elezîzê kirîye.”[10] Lêbelê Omer Avnî Efendî ji demekê pirr kin şûn ve, di çarçoveya biryarên “Pîlana Islehata Şerqê” de, ji wezîfeya miftîyî hatîye girtin. Lewra di bendekê “Pîlana Islehata Şerqê” de hatîye nivîsandin ku “Li Şerqê dê memûrên tirk ên muxtedîr û xwedî mefkûre bêne wezîfedarkirin, divê kurd ji bo memûrîyetên dereca duyemîn jî neyin wezîfedarkirin.”

Li gor agahîyên berdest ên îro, “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi” ya Omer Avnî Efendî, yek ji xebata sereke ya li ser gramera zimanê Kurdî ye ku di destpêka sedsala 20an de hatîye nivisîn. Di bareyê tarîxa nivisîn û çapkirina kitêba navborî de, di arzûnameya serdana ji bo wergirtina destûra çapkirina pirtûkê weha hatîye nivisîn: ”Ji Wekaleta Bilind a Wîlayeta Elezîzê re û ji bona Wekaleta Mudûrîyeta Mearîfê; Rîsaleya min a bi navê Kavaid-i Lisan-ı Kürdi ji alîyê Encûmenê Mearîf ve hatîye vekolandin û di 26ê Teşrîna Paşî ya 1317 (9ê Kanûna 1901)an de bi jimara 2849an biryara ji bo çapkirina wê hatîye dayin û ji bo Encûmena Bilinda a Mearîfê hatîye rêkirin da ku gavek zûtir rusxeta çapkirina wê bête derxistin…. Mamosteyê Kavaîdê Osmanî yê Ruşdîyeya Elezîzê: Omer Avnî”[11] Li gor dîtina Osman Aydin, “ev pirtûk di navbera salên 1890 û 1900î de hatîye nivisîn.”[12] Li gor Sadık Albayarak, “Kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, di sala 1318 (M. 1900/1901)an de hatîye nivisîn û di sala 1328 (M. 1910-1911)an de bi rusxa fermî li bajarê Elezîzê di çapxaneya Hacî Xurşîd Efendî de hatîye çapkirin û li ser hev 48 rûpel e.”[13] Ji têlgirafnameya wî ya ji bo Rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurdan (RTTK) weha dîyar dibe ku Omer Avnî Efendî, ji bo çapkirina kitêba xwe ya bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” (Qavaîdê Zimanê Kurdî û Nimûneya wê ya Tetbîqata Edebî), destnivîseka wê di dawîya sala 1908an de ji rêvebir û merkeza rojnameyê ra şandîye. Ji bo agadarkirina rêvebirên rojnameyê jî têlgirafekê ji wan re rêkirîye. Rêvebirên rojnameyê, di bersiva têlgirafa wî de dibêjin: “Omer Avnî Efendîyê mamosteyê Qevaîda Osmanî yê Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê, bi têlgrafekê me agadar kirîye ku bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” berhemekê ji bo rojnameya me şandîye. Berhema navborî hîn negihiştîye ber destê me. Em ji bo xebat û alîkarîya te sipas dikin, piştî belavkirina di rojnameyê de em dixwazin wek kitêb bidin çapkirin.”[14] Lêbelê weha dîyar dibe ku destnivîsa kitêbê negihiştîye navenda rojnameyê yan jî berîya çapkirina wan li Elezîzê hatîye çapkirin. Kitêba wî ya navborî li ser hev 48 rûpel e.”[15] Li gor neqilkirina Mehmed Bayrak, “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, di nav sala 1325 (1909)an li Elezîzê di çapxaneya Xurşîd Efendî de hatîye çapkirin û li ser hev 48 rûpel in.[16] Nivîskar Mufîd Yuksel dibêje: Kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî” ji 98 rûpelan pêk hatîye û di sala 1328 (1912)an li El-Azîzê hatîye çapkirin.”[17] Li gor nivisîna RTTK,  navê temam û dirêjê kitêbê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” ye. Hinek lêkolîner vê navî wek du kitêbên cûda şirove dikin; “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî” û “Edebî Tatbikat Nümûnesi”. Bi dîtina min ev şirove nerast e. Bi îhtimaleke mezin yek kitêb e û navê wê yê rastîn jî “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” ye û ji du beşan pêk hatîye.

Di “Muqadîme”ya kitêbê de, van xusûsîyetan ji alîyê Omer Avnî Efendî ve hatine destnîşankirin: “Ev rîsale bi sê zimanan hatîye amadekirin; bi kurdî, erebî û farisî. Bi lutif û qencîya Xwedê, ez pirr hêvî dikim ku bi vê rîsaleyê, çawa ku zarokên kurdan bi turkî fêr dibin herweha dê zarokên turkan jî bi kurdî fêr bibin.

Tenbîh (Balkêşî): Di zimanê kurdî de du herfên (tîpên) zêde hene ji yê zimanê farisî û erebî: Yek jê dengê navbera “kaf” û “qaf” e, ku ev bêtir nêzîkê “kaf”a erebî ye; yê din jî herfek di navbera dengê “vav” û “fa”yê de ye, ku ji bo nîşandana vî dengî li ser “vav”ê nûqitek hatîye danîn.”[18]

Omer Avnî Efendî, nivîsa “pêşekî” ya “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, bi dost û hevalê xwe yê nêzîk Kemaledîn Efendîyê Xarpûtî daye nivîsandin. Kemaledîn Xarpûtî, merivekî alim, edîb, nivîskar û fazîletdarekî ji mala “Efendîzade”yan bû. Kemaledîn Xarpûtî, nivîsa “pêşekî” ya pirtûkê, di 25ê Eylûla 1317 (8ê Çirîya Pêşî ya 1901)an de nivisîye û têde dibêje: “Xwedayê gewre axaftin û qebîlîyeteke bilind daye mirovan. Ji ber vê yekê mirov, qewm bi qewm ji hev cihê kirine û li vê dinyayê bi tevî van qewman, bi hezaran ziman hatine meydanê. Bêguman ji alîyê dînî û dinyewî û bi her alîyê xwe ve pêşkevtina her komekê mirovan ji alîyê zanîn û medenîyetê ve, ancax bi qasê xizmeta xwe ya li ser ziman dikarin mesafe bigrin û bi saya wê dikarin di warê perwerdeyî û şaristanîyê de pêş bikevin. Di vî rewşa hanê de, her derê memleketê padîşahê Osmanî bûye menbaya îlim, îrfan û pêşkevtinê, ronahîya îlmê li van deran belav dibe lê mixabin xelkê eşîrên li Kurdistanê di halekî bedewîyetê de mane û nikarin qasê pêdivî ji vî îlmê fayde bibînin. Xelkê kurd ji xeynî zimanê kurdî, bi tu zimanekî din nizanin û wekî zimanên din qewaîdekê wê yê sererast nîne. Cara pêşî ye ku “Qevaîdê Lîsanê Kurdî”, ji alîyê perwerdekarekî pispor û hêja Omer Avnî Efendîyê mamosteyê Ruşdîyeya Arapgîrê ve dihête nivîsandin ku ew jî bi eslê xwe mensûbê eşîreke kurd e. Ev kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, bi destûr û îradeya Siltan Ebdulhemîd hatîye amadekirin, da ku li herêmên xelkê eşîrên kurd, di Mektebên Seretayî de wek kitêba dersê bête qebûlkirin û xwendin.

Ku ev kitêb (Qevaîdê Lîsanê Kurdî), bi taybetî di mektebên alîyê Anatolyayê de ji bo dersdanê bête xwendin, dê ji mamosteyên Wezareta Mearîf re asanîyekê pirr mezin çêbike. Omer Avnî Efendî, bi amadekirin û nivîsîna kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî”, karekî hêjayê teqdîrê kirîye û xizmetekê mezin ji ziman û edebîayta kurdî re kirîye. Ji ber vê xebata xwe ya hêja, ji alîyê hemû efradên kurd ve bi memnûnîyetî hatîye pêşwazîkirin.”[19]

2.1. Daxwaza perwedeyîya bi zimanê kurdî û amadekarîyên ji bo nivisîna rêzimana kurdî

Ji pêşgotina Kemaledîn Xarpûtî dîyar dibe ku “Kitêba Qavaîdê Lîsanê Kurdî, bi destûr û îradeya Siltan Ebdulhemîd hatîye amadekirin, da ku li herêmên xelkê eşîrên kurd, di Mektebên Seretayî de wek kitêba dersê bête qebûlkirin û xwendin.” Dema em tarîxa nivîsandina vê kitêbê binêrin, weha dîyar dibe ku ji destpêka salên 1900î vir ve, babet û daxwaz perwerdeyîya bi zimanê kurdî di rojevê de ye, lê mixabin hîn jî ew mafê rewayê miletê kurd ji alîyê desthilatdarên dewletê ve nehatîye qebûlkirin.

Di pêvajoya Meşrûtîyeta Duyemîn de jî, ji alîyê çapemenî, rewşenbîr û rêxistinên kurd ve daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî hatîye kirin. Di nav rûpelên Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan û Rojnameya Şerq û Kurdistan de, gelek meqale û nivîsên li ser vê babetê hatine belavkirin. Li ser vê babetê nivîseke balkêş a wê demênivîsa Bedîûzeman Mele Seîdê Kurdî ye ku bi sernivîsa “Kurd muhatacê çi ne?[20] hatîye belavkirin. Edîtorîya rojnameya Şerq û Kurdistanê, piştgirîyek aşkere daye daxwazname û pêşnîyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî. Nivîs û daxwaznameya Mele Seîdê Kurdî dubare çapkirine û di wê kurtepêşekîyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastê gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.”[21] Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve hatîye mahkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet hatine serê wî. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî weha ye:

“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û sipasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên kurd jî ne aşînayê zimanê turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrum dibin.

… Çareserîya vê yekê ev e: ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin: Yek li alîyê Beytûşebabê di ciyê navenda eşîreta Ertûşî de; ya dî di navenda Modkan û Belikan û Sason de; ew a dinê jî li Wanê di navbera Kakan û Heyderan de bin. Divê li her yek medreseyê kêmtirîn 50 xwendekar hebin, hemû mesrefên wan ên rojane ji alîyê hikumetê ve bêtin temînkirin û di van medreseyan de ligel îlmên dînî, îlmên fenî jî bihêtin xwendin. Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bihête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”[22]

Wekî din jî di bername û armanca cemîyetên kurd ên ku piştî Meşrûtîyeta Duyemîn hatine damezirandin de, daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî gelek bi aşkereyî hatîye nivîsîn. Ji bo pêkhatina vê armancê; xebatên li ser zimanê kurdî, amadekirina pirtûk û materyalên wî dewam kirine. Cemîyeta Me­arîf û Neşriyata Kurd, di bernameya xwe de vê armancê weha anîye ziman: Ji pirtûkên qavaîdê (rêziman) yên heyî kîjan aqilane be, komele dê wan bide çapkirin; Ji bo pêkanîna dersên bi zimanê kurdî di xwendegehên pêşîn de, cemîyet (komele) dê pirtûkên pêwîst biweşîne; komele dê dersxaneyên şevîn veke; komele dê bixebite ku xwendegeheka mamostayan a kurdî saz bike.”[23] Xelîl Xeyalîyê Modkî jî di meqaleyek xwe de muhtacî û pêdivîya xebatên wê demê weha dihêne ziman: 1- Ji bo xwendin û nivîsandinê herf, 2- Ser terzek nû elîfbayek, 3- Ji bo zanîna temamê zimanê kurdî “qamûsek”, 4- İlmî halek, 5- Kitêbên hîsabê, 6- Amadekirina serf û nehwek (gramerek) ji bo zimanê kurdî.”[24] Hemdî Sulêmanê Ezirganî jî di meqaleya xwe ya bi nsernavê “Kürdistan’da Eğitimin Düzene Konulması ve Diriltilmesi Yolu” de dibêje: “Mektebên ku li Kurdistanê bihêtin vekirin, ji bo ku di van mekteban de perwerdeyîya bi zimanê kurdî bihête kirin, divê komîsyonek bihête çêkirin ji kesên ku kurdî baş dizanin û ev komîsyon rêzimanek, lûxatek û kitêbên pêdivî yên din amade bike.”[25]

Ji van xebat û nimûneyan dîyar dibe ku daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî û amadekirina materyalên pêdivî yên dersê ji serê salên 1900î dest pê kirîye. Ji wê demê ve heta îro miletê kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û bi taybetî jî mafê perwerdeyîya bi zimanê kurdî, gelek têkoşîyaye û bedêleke pirr giran jî daye, lê mixabin ew mafê rewayê miletê kurd ne ji alîyê desthilatdarên Împeratorîya Osmanî ve û ne jî ji alîyê mîrasgirên wan ên desthilatdarên Cimhurîyeta Tirkîyê ve hatîye qebûlkirin…..

  1. Nivîs û kitêbên Omer Avnî

Ji xeynî “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, behsa hinek berhem û kitêbên wî yên din jî têne kirin. Di RTTKan de kitêba navborî, bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” hatîye binavkirin. Hinek nivîskar vî navî, wekî navê du kitêbên cuda qebûl dikin. Yanî “Edebî Tatbikat Nümûnesi” wekî kitêbeke serbixwe qebûl dikin. Nivîskar Osman Aydin dibêje: “Bi tevî vê kitêbê, bi navê Risale-i Emsile kitêbek wî ya din jî heye û ew jî li ser gramera erebî ye.”[26] Ji serdan û arzûnameya Omer Avnî ya ji bo Midurîyeta Mearîfa Elezîzê weha dîyar dibe ku wî di sala 1324an (1908) de xwestîye kitêbekê bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Turki” jî bide çapkirin. Di arzûnameyê de dibêje: “Omer Avnî Efendî yê mamosteyê Kavaîdê Osmanî yê Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê, bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Turki” eserek nivisîye û dixwaze rusxata çapkirina wê bête dayin.”[27] Bi tevî vê, behsa hinek xebat û berhemên wî yên din jî çêdibe; ew jî du xebatên destxet in, mixabin nehatine çapkirin û herweha baş nayê zanîn ku gelo ew berhem yên wî ne yan na, lewra navê wî li ser bergê pirtûkên navborî nehatîye nivîsandin. Ew her du kitêbên destxet ên ku li ser navê wî têne hesibandin: Yek jê “Ferhenga Farisî-Osmanî (Tirkî)” ye û ya din jî “Îlmîhal”ek e.

Ferhenga Farisî-Osmanî (Tirkî)”: “Ev kitêba destxet, li ser hinek qaîdeyên zimanê farisî û erebî hatîye nivisîn. Ji serî heta rûpela 22yê, ferhengokek farisî-osmanî ye û jê çend rûpel li ser rêzimana farisî ye, ji wê şûn ve behsa navê tiştên esman û erdê tê kirin, li pey wê jî behsa jimarên farisî û endamên laş û navê tiştan tê kirin, behsa Esma ul-Husna/navên Xwedê yên rind dike, dû re jî navê heywanan tê. Ji rûpelê 73an û pê ve beşa sisiyan tê û ev beş li ser dijmaneyên peyvan e.  Di rûpelên paş de jî hinek nîvhevokên erebî bi farisî û bi ferhengî mane dike û carina jî herduyan rûbarê hev dike û halê wan yên rengdêrî û parengî û navdêrî nîşan dide. Zimanê vê metnê hemû jî bi farisî û osmanî ye.”[28]

Îlmîhal”: “Ew kitêba destxet, li ser danasîna dînê islamê û yên ibrahîmî dike û li awayê hatina wî, şert û mercên wî û riknên dîn û îmanê ye. Bi gelmperî mîna eqîdeyeke îmanê û wacibatên wê digel felsefeya dînî û rê û rêbazên dînê îslamê didomîne. Ev destxet li ser awayên perestin û îbadetê jî agahîyan dide û tiştên di destpêka kitêbên şerîetê de hene jî pêşkêş dike. Piştî wê jî bi erebî dest bi duayan dike û di nav de jî bêhtir duayên ji ayetên quranê tîne û wan rêz dike. Di pey de jî ew mîna delaîl ul-Xeyratekê bi navên xwedê gazî dike û dû re yên pêxemberan jî dide. Di rûpelên dawîyê de behsa neseb û mirina hinek kesan dike ku îmze jî lê hene û piştî wê jî nîvrûpelek behsa Seîd Axa û hinekên din dike. Li binê rûpela dawî reqema 920 û mohreke piçûk heye û van her du rûpelên dawî ji yên din cuda ne.[29]

Ji ber ku memûr, akademîsyen û rêvebirên dezgehên dewletê bi kultura qedexeyî û înkarkirina miletê kurd hatine perwerdekirin, pirranîya wan heta îro li ser kurdan çi belgename ketine ber çavê wan, di quncikê tarî yê kitêbxaneyan de veşartine, guhartine û naxwazin nîşanê lêkolînerên kurdan bidin. Ji ber vê yekê bidestxistina van cûre belgenameyan gelek zahmet e. Li gor agahîyên me yên îro, ji dervayê van berhemên navborî, wekî din berhemên wî nayin zanîn, lê mimkûne pêşerojê tiştên nû jî derkevin.

Kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, sed û bîst sal berîya nûha hatîye nivîsîn. Her wekî ku Mihemed Kemaledîn Xarpûtî jî di pêşgotina kitêbê de gotîye: Omer Avnî Efendî, bi amadekirin û nivîsîna kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî”, karekî hêjayê teqdîrê kirîye û xizmetekê mezin ji ziman û edebîyata kurdî re kirîye. Pêşkevtina her komekê mirovan ji alîyê zanîn û medenîyetê ve,  ancax bi qasê xizmeta xwe ya li ser ziman dikarin mesafe bigrin û bi saya wê dikarin di warê perwerdeyî û şaristanîyê de pêş kevin. Ev kitêb, ji alîyê dîroka nivisîna xwe ve, yek ji xebatên sereke yê li ser rêzimana kurdî ye. Ji nû ve çapkirin û nirixandina vê kitêbê, ji bo bêtir ronîkirina dîroka rêzimana kurdî û daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî pirr girîng e. Eger em karibin bikevin nava kewarên tarî yên kitêbxane û arşîvên dema osmanîyan, mimkun e ku wekî din jî xebatên bi vî rengî derkevin pêşîya me. Ew, pirr li ber kêmxwendin û paşvemana miletê kurd ketîye, vê rewşa hanê wî pirr xemgîn kirîye û ew xemgînîya wî daîm li ser wî bûye. Loma hevdemên wî dibêjin: “Me hîç rojekî ew bi rûken nedît.” Omer Avnî Efendî, bi vê xemgînîya xwe ve, “di sala 1932an de li Elezîzê koça dawî kirîye.”[30]

  1. Kemaledîn Xarpûtî yê nivîskarê pêşgotina “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî” kî ye?

Kemaledîn Xarpûtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdarê ê bajarê Xarpûtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpûtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpûtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpûtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdarê Xarpûtê bû. Mihemed Kemaledîn Efendî, li Xarpûtê miftîyê dawî yê Împeretorîya Osmanî bû (1916) û herweha miftîyê pêşî yê dema Cimhurîyetê bû. Malbata wan li Xarpûtê bi navê “Efendîgil” têne nasîn. Wî demeke dirêj muderîsî kirîye, “Di 34 salîya xwe de yanî di sala 1900î de dest bi mamosteyîya erbî kirîye di mekteba Ruşdîyeya Eskerî de. Di sala 1902an de heman demê di medreseya Kamil Paşa de ders daye. Di sala 1908an de çar meh bi wekalet qadîtîya Elezîzê kirîye. Sala 1910an li Mekteba Sultanî ya Elezîzê dest bi mamosteyî kirîye. Di salên 1914-1915an de li Mekteba Numûneyê mamosteyîya Qireat û Elîfa erebî kirîye.”[31] Gelek berhem û nivîsên wî yên edebî û tesewufî hene.

Pêşgotina kitêbê “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi” ya Omer Avnî Efendî, ji alîyê Mihemed Kemaledîn Xarpûtî ve hatîye nivîsandin. Omer Avnî Efendî dema ku vê kitêbê nivisîye, di Mekteba Ruşdîyeya Leşkerî ya Elazîzê de mamosteyê Kavaîdê Osmanî bûye. Kemaledîn Xarpûtî jî di heman mektebê de mamoste bûye. Omer Avnî, pêşgotina kitêba Kavaid-i Lisan-ı Kürdi bi dost û hevalê xwe yê Kemaledîn Xarpûtî daye nivîsandin.

Kemaledîn Xarpûtî yek ji nivîskarên kovara Seda ya Mehmed Abdulah Cevdet bû ku ev kovara navborî di 9ê Teşrînasanî ya sala 1325an de li Elezîzê hatîye çapkirin. Di jimara duyemîn Sedayê de bi sernivîsa İmam Gazali’nin Son Eseri[32] (Esera Dawî ya Îmamê Xezalî) meqaleyekê wê hatîye belavkirin. Mimkun e ku wekî din jî nivîsên wî di nav rûpelê mayî yên Sedayê de hatibin belavkirin, lê mixabin li ber destê me tenê du jimarên kovarê hene (jimarên 1 û 2).

Mehmed Abdulah Cevdet, paşê di sala 1919an de bûye serokê şubeya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) li Elezîzê. Di vê demê de têkilîya CTKê, Mehmed Abdulah Cevdet û Kemaledîn Xarpûtî di kîjan dereceyê de bûye ew baş nayê zanîn lêbelê ew jî ji ber Tevgera sala 1925ê, “Bi tevî du lawên xwe; Omer Naîm û Ebdulhemîd Efendî ji alîye Mehkema Îstiqlala Şerqê ve hatine desteserkirin û darizandin. Di biryara jimar 610 ê Mehkemeyê de dibêje: Ji ber ku di mala wan de, helbest û nameyên li ser xîlafet û şerîetê, dijberîya tiştên nû yê wekî şewqayê hatine dîtin, Kemaledîn Efendîyê Miftîyê Merkeza Elazîzê û her du kurên wî; Omer Naîm Efendî yê talebeyê Mekteba Huquq a Anqerê û Ebdulhemîd Efendîyê katibê sicîlê û talebeyê Mekteba Meslekî li ser biryara mehkemê hatine darizandin. Di dawîya darizandinê de, Abdulhemîd hatîye serbestkirin, ji bo Kemaledîn û Omer Naîm Efendî jî ceza sirgûnkirina dervayê mintiqa Îdareya Urfî hatîye dayin. Kemaledîn Efendî ji herêmê dûrxistine û sirgûnê bajarê Samsunê kirine, Omer Naîm jî sirgûnê Anqerayê kirine.”[33] Ji wê şûn ve jî di 4ê Eylûla 1926an de ji wezîfeyê hatîye dûrxistin. Demeke kin ji desteserkirina Miftî Kemaledîn Efendî şûn ve, di şûna wî de Omer Avnî Efendî bi wekaleten hatîye wezîfedarkirin ji alîyê Walî Cemal Bardakçî ve. Lêbelê piştî demeke pirr kin ku fêr dibin ew kurd e û nivîskarê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî” ye, wî ji wezîfeyê digrin û di 9 Eylûlê de li şûna wî, yekî bi navê Îsmetullah Efendî dikin miftîyê Elezîzê.

Kemaledîn Xarpûtî, demek li bajarê Samsunê di sirgûnê de maye û piştî ku Mehkemeya Îstiqlala Şerqê hatîye fesihkirin (betalkirin), ew jî vegerîyaye Elazîzê û di roja 2yê Sibata sala 1936an de li Elezîzê koça dawî kirîye.

[1] BOA, Yer Bilgisi, 186-55, H-29.12.1281; Ramazan Yetik, Son Devir Harput (Elazığ) Ve Dersim (Tunceli) Uleması, Yüksek Lisans Tezi, Erzincan2018), r. 162-163, (Erzincan Binali Yıldırım Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı)

[2] Osman Aydın, Bilim ve Sanat Dünyasının Ünlü Kürtleri, Deng Yayınları, Diyarbakır, 2018, r. 127

[3] Ramazan Yetik, Son Devir Harput (Elazığ) Ve Dersim (Tunceli) Uleması, Yüksek Lisans Tezi, Erzincan2018), r. 162, 163, (Erzincan Binali Yıldırım Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı)

[4] İshak Sunguroğlu, Harput Yollarında, İkinci Cilt, İstanbul, 1959,  r. 415-416

[5] Osman Aydın, Bilim ve Sanat Dünyasının Ünlü Kürtleri, Deng Yayınları, Diyarbakır, 2018, r. 127

[6] İshak Sunguroğlu, Harput Yollarında, İkinci Cilt, İstanbul, 1959,  r. 415-416

[7] İshak Sunguroğlu, Harput Yollarında, İkinci Cilt, İstanbul, 1959,  r. 415-416

[8] BOA, Yer Bilgisi, 186-55, H-29.12.1281

[9] İstanbul İl Müftülüğü Meşihat Arşivi, Dosya No: 2658. Neqilkirin: Ramazan Yetik, J. b.

[10] İshak Sunguroğlu, Harput Yollarında, İkinci Cilt, İstanbul, 1959,  r. 415-416

[11] BOA, MF_MKT_ 0184_00074_01_001, Yer Bilgisi: 1084-74

[12] Osman Aydın, http://www.rupelanu.org/kurtce-gramer-yazan-ilk-kurt-826h.htm, 11 Eylül 2021

[13] Sadık Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, Cilt 4, İstanbul Büyükşehir Belediyesi Kültür İşleri Daire Başkanlığı Yayınları, İstanbul 1996, r. 207 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[14] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi (Kovara Kurdî-Tirkî 1908-1909), no: 6 (9ê Kanûna Paşîna 1909), Wergê: M Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, r. 327 (Ji Arşîva Lutfî Baksî)

[15] Ramazan Yetik, Son Devir Harput (Elazığ) Ve Dersim (Tunceli) Uleması, Yüksek Lisans Tezi, Erzincan 2018), r. 162-163, (Erzincan Binali Yıldırım Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı)

[16] Mehmed Bayrak, https://studylibtr.com/doc/2216848/harput-lu-%C3%B6mer-avni-efendi-ve-%E2%80%9Ckavaid-i-lisan, 10/12/2016

[17] Müfit Yüksel, Ana dilde Eğitim Ve Kürtçede Alfabe-İmlâ Meselesi-7, https://www.yenisafak.com/yazarlar/mufit-yuksel/ana-dilde-egitim-ve-kurtcede-alfabe-iml-meselesi-7-40358, 20.09.2021

[18] Sadık Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, Cilt 4, İstanbul Büyükşehir Belediyesi Kültür İşleri Daire Başkanlığı Yayınları, İstanbul 1996, r. 207 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[19] Sadık Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, Cilt 4, İstanbul Büyükşehir Belediyesi Kültür İşleri Daire Başkanlığı Yayınları, İstanbul 1996, r. 208-209 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[20] Bn. Kürd Teavün ve Terakî Gazetesi, No: 2, Kürdler Neye Muhtaçtır?, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1998, r. 92,

[21] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[22] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[23] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Cild: 2, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanaxaneya Deng, Uppsala/ Sweden, 1985, r. 492

[24] M. X., Ziman (15 Temmuz 1329), Rojî Kurd, j.: 3, Memduh Beg Matbaası, İstenbol, 1 Ağustos 1329, r. 21

[25] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, no: 8, Kürdistan’da Eğitimin Düzene Konulması ve Diriltilmesi Yolu, Wergêr:  M. Emîn Bozarlsan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1998, r. 402-403

[26] Osman Aydın, http://www.rupelanu.org/kurtce-gramer-yazan-ilk-kurt-826h.htm, 11 Eylül 2021

[27] BOA, Yer: 1084-74, ME MKT_01084_00074_003_001, H-14.11.1326

[28] Ferhenga Farisî-Osmanî (Tirkî), Werger û kurteya naverokê: M. Emîn Narozî

[29] Îlmîhal, Werger û kurteya naverokê: M. Emîn Narozî

[30] İshak Sunguroğlu, Harput Yollarında, İkinci Cilt, İstanbul, 1959,  r. 415-416

[31] Ahmet Karataş, Marmara Üniversitesi İlâhiyat Fakültesi Dergisi, Cilt-Sayı 49, Aralık 2015,s. 29-126

[32] Kemaleddin Harputî, İmam Gazali’nin Son Eseri, Seda, no: 2, 23 Teşrinisani 1325 (6 Aralı 1909), r. 6

[33] Şark İstiklala Mahkemesi: Kararlar ve Mahkeme Zabıtlar, Cilt: 5, Karar no: 610, r. 2297