Nivîskar û rojnamevan Tewfîq Ebdilmecîd koça dawî kir

Nivîskar û rojnamevanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Tewfîq Ebdilmecîd îro di temenê xwe yê 66 saliyê de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir.

Siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê Kurd Tewfîq Ebdilmecîd di sala 1952an de li bajarê Qamişlo jidayik bû, ji destpêka jiyana xwe de tevlî xebata ji bo doza gelê xwe bû û herwiha demeke dirêj jî li herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê mamostetî dikir û piştre jî bawernameya masterê di ragihandinê de wergirt.

Tewfîq Ebdilmecîd, demeke dirêj endamê Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S a niha) bû û serperiştiya rojnameya “Dengê Kurd” û ragihandina wê partiyê dikir.

Herwiha Tewfîq Ebdilmecîd ji sala 2004an ve yek ji endamê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd bû û di sala 2006an de û ji dema damezrandina wê ve yek ji endamê Encûmana Sekreteriya Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin