Nirxê petrolê daket 20 dolaran

Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de berdewam e li ser daketinê û her bermîleke petrola Brent îro gihîşte 20 dolaran.

Navenda Nûçeyan - Îro serê sibê bi vebûna bazarên cîhanê, nirxê petrola Brentê bi rêjeya % 6.7 wate 1 dolar û 69 sentan daketibû û her bermîlek di destpêka rojê de bi nirxê 23 dolar û 25 sentan kirîn û firotin pê hatibû kirin.

Lê belê piştre daketina nirxê petrola Brent berdewam bû û di saet 11:30 de gihîşt 20 dolaran.

Herwiha nirxê petrola sivik a Teksas a Amerîkayê jî bi rêjeya % 5.4 daketibû û her bermîleke wê li jêr 20 dolaran kirîn û firotin pê hatibû kirin.

Kêmbûna daxwaza bo petrolê li ser asta cîhanî û bi taybet ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, herwiha rêknekevtina Siûdîye û Rûsyayê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê wek sedemên sereke yên daketina nirxê petrolê tên dîtin.

Erebistana Siûdîyê soz daye ku bazaran tejî petrola erzan bike û şerê nirxê petrolê li dijî Rûsya û berhemhênerên din ên petrolê dest pê kirîye, ew yek jî di demekê de ku daxwazeke zêde li ser petrola xav di asta cîhanê de nemaye, bûye sedema daketina buhayê petrolê bo asta xwe ya herî kîm di salên dawîyê de.

Amerîka ku ji daketina nirxê petrolê zirarê dibîne, gelek caran guvaş li Siûdîyê kirîye daku dest ji şerê nirxan berde û hevsengîyê vegerîne bazara petrolê, lê belê berpirsên Siûdîyê neçûnê jêr barê wan guvaşên Amerîkayê û ragihandine, ew amade nînin ji bo dîtina çareserîyekê bo daketina nirxên petrolê li gel Rûsyayê bicivin.

Rudaw

 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan