Nirxê Lîreya Tirkî careke din daket

.

Lîreya Tirkî hember pareyên din bi awayeke lezgîn nirxê xwe winda dike. 

Lîreya Tirkî hember pareyên din bi awayeke lezgîn nirxê xwe winda dike. Piştî jikardûrxistina Serokê Banka Navendî, Cîgirê Serokê Bankê jî ji kar hat dûrxistin.

Nirxê Lîreya Tirkiyeyê roj bi roj kêm dibe û di dawiya hefteyê de yek Dolarê Amerîkî nêzîkî heşt Lîreyên Tirkî bû. Roja Duşemê bi vebûna bazarê re, nirxê Lîreyê careke din daket û yek Dolar bû 8.30 Lîre.

Piştî dûrxistina Serokê Banka Navendî Nacî Axbal ji kar, Cîgirê Serokê Bankê Murat Çetînkaya jî ji kar hate dûrxistin.

Li gor agahiyan, Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro civîna Civata Giştî encam dide.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin