Nîrxandina Îsmaîl Beşîkçî di derbarê helwesta PKK/DEM li dijî Berzanîyan û Herema Kurdistana Başûr

Rohat DENÎZ

Nîrxandina Îsmaîl Beşîkçî di derbarê helwesta PKK/DEM li dijî Berzanîyan û Herema Kurdistana Başûr

Di malpera Rûpelanû de di derheqê “serdana DEMê ya Başûrê Kurdistanê” ji Îsmaîl Beşikçî dipirsin fikra te çi ye? Bersiva wî:

… Divê neyê jibirkirin, vê derûdora bi salan e, ji bo bêrûmetkirin û biçûkkirina PDKê û Serok Barzanî her roj daxûyanî dane. Derûdora DEMê, weşan û televizyonên PKKê her roj tavanbarî û heqaretên giran dikirin, ev yek ne dirûstî ye. Bêguman rêxistinên Kurd yên siyasî ji bo ji gelê xwe re xizmetên baş bikin, wê hevûdu hişyar û rexne bikin, ev gelekî sirûştî ye. Lê belê di wan rexna de armanca bêrûmetkirin, bêîtibarkirin û dezenformasyon gerek tune be. Tiştên di demên borî de li hember PDKê û Serok Barzanî hatine gotin û şêwaza gotinê tê bîra mirov, van daxuyaniyên nuh bêqimet dikin. Divê neyê jibirkirin, ev derûdor bi gotina “Ala Barzanî” Ala Kurdistanê binpê kirin, şewitandin. Di van mijaran de lêborin nedan, bi ya min ev daxuyanîyên wan bêqimet in.

Dîsa birêz Beşikçî pirsa “tu naveroka peyama Ocalan çawa dibînî?” dibersivînê:

Di du beşan de karim binirxînim; yekem, bi gelemperî civakên bindest ji bo azadiya xwe çek jî tevê dikarin hemû amûrên tekoşînê bikar bînin, mafekî rewa ye. Ev rewş di biryara “Neteweyên Yekbûyî” de heye. Lê belê rewşa PKKê têde ye çekberdan û xwe fesixkirin ji xêra Kurda re ye. Ji xwe ji sala 1993yan de pêwist bû PKKê dev ji çekan berdaba. Ger di wan salan de dev ji çekan berdaba, bi ya min heta niha perwerdehiya bi zimanê dayikê, kanunîbûna nasnama Kurdî û heta statûyek herêmî jî wê bihata bidestxistin. Xwediyên dewletê yên esasî, nehiştin PKK dev ji çekan berde. Ji çar hezaran bêhtir valakirina gundan û bi dehhezaran ciwanên Kurd ji bo “demokratbûna Turkiyê” nedihatin kuştin.

Di Rojhilata Navin de ji ber rewşa konjonkturî û pilanên navnetewî bû sebeb ku ev pêvajo dest pê bike. Ger hêzên navnetewî li Rojhilata Navin ev tofan ranakirina, ihtimalek mezin xwediyê dewleta Turkiyê yên esasî ev pêvajo nedidan destpêkirin û hebûna PKKê wê berdewam ba. Midaxeleya hêzên navnetewî li herêmê, naçar kir ku Turkiyê hebûna xwe biparêze û pêşî li avabûna dewletek Kurd li Rojhilata Navin bigre. Hêzên navnetewî Kurdistanek xurt dixwazin, Kurdistanek bêhêz ji bo hêzên navnetewî tu wateya wê tune ye. Ji ber vê yekê, bi tenê li Başûrê Kurdistanê dewletek biçûk, di nava çar dagirkeran de û li Rojhilata Navin domkirina jiyana wê zehmet e. Di vê sala dawin de me dît ku dewleta Iraqê bi çi awayî zor û zehmetiya derxistin pêşiya wan.

Ya duyem jî, di nava tekstê de “yekbûna civat û dewletê” de çareseriyên kulturalist jî tevlê, ji bo Kurdan tu daxwaz tune ne, ez li ser wê bisekinim. Ji bo Tirkên Kibris û Filîstin dewletê dixwaze, lê ji bo Kurdên nêzî 70 milyonî propoganda dikin, ku ji bo Kurda dewlet ne lazim e, dewlet nebaş e, dewlet paşverû ye. Ev fikra dewleta Turkiyê ya fermî ye. E. Ocalan ewqas li hember dewletê ye, teoriya wê ava dike û daxwazê ji Kurda dike ku bi dewleta Turkiyê re bibin yek. Asimilasyona ku wan di sed salan de nikarîbû bikira, Ocalan dixwaze Kurda bi dil û can asimile bike. Gava ku Apo hat girtin helwestek xerab nîşan da û got ez amade me ji dewletê re xizmetê bikim. (Beşikçî, İ. 2025)     

Di şûna encamê de;

George Orwel, di pirtûka xwe ya bi navê Çewlika Ajalan de wiha nivîsiye:

Car caran êriş dihatin ser me, lê rojekê ji derve erîşeke giran bi ser çewlika me de hat… Ajalên bîyanî dikevin çewlikê, ew aşê bi navê ‘Berazê Mezin’ hatibû lêkirin û bi keda salan hatibû avakirin tev de hilweşandin, tarûmar kirin. Ajalên çewlikê tên kuştin û gelek ji wan sivik-giran birîndar dibin… Piştî demeke kin dengê çekan tê. Yekî birindar ji berazê kêleka xwe dipirse:

-Ji bo çi çekan diteqînin?

Beraz bersivê dide:

-Serkeftina me pîroz dikin.

Ajalê birîndar, şaşmayî dipirse:

-Çawa, kijan serkeftin?

Beraz:

-Çawa kîjan serkeftin, ma me neyarên xwe ji welatê xwe dernexist!

Ajalê birîndar, dibêje:

-Em ewqas xebitin, me ew aş avakir. Dijmin hat tev di demeke kin de xerakir û çû.

Beraz:

-Xem nake, emê aşekî hin xweştir û geştir ava bikin. Kar û xebatên me yên pîroz, tu qet nabinî. Ger ne ji Serokê me ba, wê ev axa me ya pîroz di bin destê neyaran de ba.

Piştî demekê kin Berazê Mezin bi madalya û xelatên bi xwe vekirî, derdikeve hember ajalan û ji ber serkeftinê,  wan bi rêzdarî pîroz dike. Ajal tev wekî birastî serkeftine, hevûdu pîroz û hembêz dikin. (Orwel, G. 2014)

 

 “Kesên ku ruhê netewî pê re tune be, wê rojekê îxanetê bi miletê xwe re bike.” (Barzanî, M. Mistefa)

 ÇAVKANÎ
Barzani, M. (2025). Rudaw Kurmanci. 8 8, 09 tarihinde Facebook: https://facebook.com/share/v/1CRtdX6WEL/ adresinden alındı
Beşikçi, İ. (2025, 10 28). Rupelanu.org. rupelanu.org: https://www.rupelanu.org/kurdistan-demokrat-partisi-sorular-1617yy.htm. adresinden alındı
Çelik, S. (2000). Ağrı Dağını Taşımak. Frankfurt: Zambon Yayın.
Ewnî, E. (2025). Facebook. 7 15, 2025 tarihinde https://facebook.com/share/p/177dCCîskd/ adresinden alındı
Kartal, R. (tarih yok). Facebook. Ağustos 5, 2025 tarihinde https://facebook.com/share/pS15qBHE8s2D adresinden alındı
Kotan, M. (2003). Yenilginin İzdüşümü. Atina: Yunan Kürt Dostluk Derneği Yayınları.
Küçük, Y. (2014). Çıkış Ansiklopedi 1. İstanbul: Tekin Yayınevi.
Orwel, G. (2014). Hayvan Çiftliği. İstanbul: Can Yayınevi.
Öcalan, A. (2002, Sibat). Görüşme Notları. Apo ile Görüşme. İmralı.
Öcalan, A. (2005, 01 05). İmralı Görüşme Notları. İmralı. İmralı, Bursa, Türkiye.
Öcalan, A. (2015). Demokratik Kurtuluş ve Ozgur Yaşami İnşa (İmralı Notları). Deutschland: Weşanên Mezopotamya.
Öcalan, A. (2025, Mayis 30). Görüşme Notları. İmralı.
Öcalan, A. (2025, Nisan 21). Görüşme Notları. İmralı.
Öcalan, A. (2025). Kongreye Sunulan Perspektif Metni. İmralı: Yok.
Şener, M. (2014, 08 20). JackLondon. 08 20, 2025 tarihinde X: http://x.com/JACKLONDON2014/status/1956022597944016926?t=lAltzjRzHGl6DODmROjTfw&s=08 adresinden alındı
Talabani, C. (tarih yok). facebook. 07 28, 2025 tarihinde Celal Telebanî û PKK: https://www.facebook.com/share/v/1GMsY7UMUD/ adresinden alındı
Turhalı, H. (tarih yok). Youtube. 07 30, 2025 tarihinde Utopia Tv. adresinden alındı
Tv, U. (1999, Şubat). İmralı'daki Apo. Ağustos 5, 2025 tarihinde İmralı'daki Apo: https://www.youtube.be/KlmauYIKq_U?si=yHUnpaAIEirDGG0J adresinden alındı