"Nîqaşkirina mafên Kurdan û sîyaseta wan ji berê hîn zêdetir hat qedexe kirin"

Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) dîyar kir li Tirkîyê bi sedan kes jiber nûçe û şiroveyên xwe yên ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Wê rêxistinê da zanîn ku kesên hatine desteser kirin bi tawanbarkirinên ‘’ecêb’’ re rû bi rû mane û amaje kir ku hikûmeta Tirk zexta li ser rexneyan girantir kiriye.

Li gorî rapora Amnesty International’ê kesên li ser medya civakî, rojnamevan û xwepêşandaner bi ‘’terorîzm’’ê hatine tawanbar kirin û dijî wan lêpirsînên cezayî, desteserkirinên belasebeb û qedexeya rêwîtîyê hatine ragihandin.

Dîrektora Amnesty Internationl ya Ewrupa Marie Struthers dîyar kir ku Tirkîyê operasyona dijî Sûrîyê bo tunekirina dengê rikeberîyê wek fersendekê bikar anîye.

‘’Nîqaşkirina mafên Kurdan û sîyaseta wan ji berê hîn zêdetir hat qedexe kirin’’ Struthers got.

 

Di raporê de ser rojnamevanên piştî operasyona Tirkîyê hatine desteser kirin hûrgilî hatiye nivîsîn.

 

Li gorî hejmarên fermî tenê di hefteya pêşî ya operasyonê de dijî 839 hesabên medya civakî lêpirsîn destpê kiriye û 186 ji alîyê polîsan ve hatine desteser kirin.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin