Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?

.

 Yusuf Kaynak                 

 

"Hûn nikarin xeyal bikin ku tevahiya cîhanê van rojan çiqas gêj bûye."

                                                     Nîkolay Gogol, Giyanên Mirî

 

Dema ku Gogol di 31ê adara 1809an de li gundê Soroçniskî, li nêzîkî Mirgorod ya Ukraynayê, di malbateke xwedî axê yane ji çîna navîn de ji dayik bûye, malbata wî navê wî lêkirine "Nîkolay Vasilyevich Gogol". Zarokatiya xwe li vir di jiyana gundewarî de derbas kiriye. Ew ê di bin bandora çanda Kazakan de bûye, ne tenê kesayetiya wî, bi demê re nivîsên wî jî dê para xwe ji vê bandorê bigirin.

Li Moskowa 1852ande wefat kiriye, nivîskarekî Rûsî tê naskirin, lêbelê bi eslê xwe Ukraynayî bû. Di sedsala 19an de ew yekem nivîskarê pexşanê Rûsî yê herî mezin bû, lê wî helbest jî nivîsandine.
Gogol ji herêma ku berê jê re digotine Rusya Piçûk, ku giredaya Împeratoriya Rûsya ku îroyîn jê re Ukrayna tê gotin. Dê û bavê wî li bajarokekî piçûk ya li parezgeha Poltava dijiyane. Dibistana rêzimanê li Nezjînê xwendiye. Di 1828an de çûye Saint Petersburgê ku di hikûmetê de ji bo xwe li karekî bigere. Gogol bi zimanê Ukraynayî û Rûsî helbestê nivîsîne û şanogerekî amator bi zimanê Ukraynayî bûye. Mîna ku tîpî ji yên mêrxasên Ukrayaynî yên çepgir yên destpêka sedsala nozdehan bûye, di malbata wî de him bi Rûsî û him jî bi Ûkraynayî diaxivîne. Di zarokatiya xwe de Nikolay Gogol di şanoya mala mamê xwe de alîkariya lîstikên bi zimanê Ukrayaynî kiriye ango dibe Kazakê jî be.

Di 1831an de cilda yekem yên çîrokên Gogol yê Ukraynayî (''Êvarên li Çêftligê Nêzîkî Dikanka'') hatiye çap kirin û yekser bi serfirazî bibû. Berhema duwem di 1832an de hatiye çapkirin, dû cildên çîrokan bi navê Mirgorod di 1835an de çapbûne û du cildên cur be cur ên bi navê Arabeskî hatine weşandin. Divê demê de, edîtor û rexnegirên Rûsî yên wekî Nikolay Polevoy û Nikolay Nadezhdin h.w.d. Nikolay Gogol wekî nivîskarekî Ukraynayî dane naskirin, ne Rûsî, dîtin û berhemên wî ji ber ronîkirina cûdahî yên di navbera karakterên neteweyî yên Rûsî û Ukraynayî de bikar anîne!. Mijar û şêwaza van berhemên pexşane yên destpêkê yên Gogol bi xwe ne û her weha drama wî ya paşerojê, dişibihe xebatên nivîskar û dramaturîstên Ukraynayî ku hemdem û hevalên wî bûne, di nav wan de Osnovyanenko, Vasily Narezhny hebûn. Lêbelê stirana Gogol gellekî sofîstîketir e û ne kevneşoptir bû.


Di vê demê de Nikolay Gogol ji bo dîroka Ukrayna dilşewatî pêş xist û hewl da ku ji bo beşa dîrokê a Zanîngeha Kiyevê randevûyekê bistîne. Tevî piştgiriya ku A. Pûşkîn û Sergey Uvarov, wezîrên perwerdehiyê yê Rûsyayê, bi hinceta ku Nikolay Gogol bêkalîteye, ji aliyê burokratekî Kiyevî ve ev tayîn hate astengkirin. Çîroka wî ya xeyalî Taras Bulba, ku li ser bingeha dîroka Kazakên Ukraynayî ye, di berjewendiya wî de encama vê qonaxê bû. Di vê demê de, wî di heman demê de hevaltiyek nêzîk û heyatî bi Ukraynayeke din re, dîroknas û xwezayînas Mykhaylo Maksymovych'e re pêş xist.


Ji 1834a heta 1835a ew profesorê Dîroka Serdema Navîn li Zanîngeha Saint Petersburgê bû. Ev ne serketî bû û wî xwe îstifa kir. Gogol ev serpêhatî di çîrokek satirîk de bi kar anî. Di 1835an de, xwe bi tevayî terxan kiriye ji bo nivîsandinê. Di dawiya jiyana xwe de ew li ewropayê digeriyayê. Ew li Parîsê û li gelek deverên Romayê jiyaye û tûşî nexweşiyên curbecur bûye, wekî depresyonê. Gogol di Sibata 1848'an de ji bo hecê çû Orşelîmê/Qudsê û li wir ji gunehên xwe xilas bû. Ew pir xemgîn bû û vegeriya Rûsyayê. Di dawiyê de ji birçîna kete komayê. Di dawiyê de ew di sala 1852an de li Moskowê mir. Dema ku tabûta wî di sedsala bîstan de hatiye vekirin, laşê wî di serê wî de hatiye dîtin!.

Di 1829an de helbesta xwe 'Hanz Küchelgarten' bi Almanî weşand. Ji 1831a hetanî 1832a Gogol li gundekî nêzîkî Dikankayê li ser ''Êvaran'' xebitiyê. Ev berhevokeke kurteçîrokan ya şad, folklorîk e îlhama xwe ji zarokatiya wî li Ukraynayê girtiye. Gogol di 1831an de bi Pûşkîn re hev naskiriye û çend meh şûnda bi Madame Smirnova re hev nas dike. Di saya wan de li salonên edebî yên Saint Petersburgê hatiye nas kirin. Pûşkîn mijarên ''Mufetîş'' û ''Giyanên Mirî'' dabûn Gogol. Di destpêkê de Gogol ji alî rexnegirên edebî ve wekî nivîskarek Ukraynayî, ne wekî nivîskarek Rûsî hatiye dîtin.


Gogol berdevkekî girîng ê Realîzma Rûsîyaye bûye. Mijarên ku pir caran di xebata wî de tevdigerin Şeytan/Îblîs e û berevajiya xuya û rastiyê ne. Wî jî gelek li ser Saint Petersburgê jî nivîsîye. Lîstika wî ya The Revisor (Müffetiş) di dor sala 1836an de hatiye weşandine. Lîstikeke wî ya din jî 'Zewac' e.

Wî her du çîrokên xwe weke 'Poz' û 'Rojnivîska Dînekî' di 1835an de nivîsandiye. Paşê jî ev çîrokên di nav çîrokên Petersburgê de hatine berhevkirin. Di vê berhevokê de romaneke navdar ya Gogolê ji 'Palto/Sako jî cîh girtiye. Li ser vê romanê, Vladîmîr Nabokov weha nivîsîbûye: ''Nîkolay Gogol bi vê çîroka xwe ya qet nemir ''Palto/Sako'', bûye hunermendê herî mezin yê ku Rûsyayê hilberandiye'.


Berhemeke girîng ya Gogol herî mezin romana wi ya bi navê ''Giyanên Mirî'' (Ölü Canlar) ya ku di 1842an de nivîsandiye. Mebest ew bûye ku trioloxek/sêlojiyek binivîsîne, lê tenê beşa yek bi tevahî kir; Gogol beşa xebata xwe ya ku jê nerazî bûye şewitandiye, ji ber vê yekê tenê çend perçeyên beşa 2an jê mane. Di paşerojê de, ew ji vê hilweşandinê poşman bûye. Giyanên Mirî li ser axayê Çîçîkov e, ku diçe cem axayan da ku wan bi navê 'Giyanên Mirî' bikire ((serf (''giyan'') piştî mirina xwe jî di nav lîsteyên revîzyonê de mane). Hevdîtinên bi van karakterên pir cihêreng re bi zelalî têne vegotin.

"Giyanên Mirî" a Gogol di heman demê de di edebiyata cîhanê de yeke ji romanên herî serkeftî û xemgînî ye. Ya herî serketî ji ber ku roman bi lehengê xwe yê birêz Çîçîkov re heman statûko ya ji bîrkirî ya Don Kîşot, Anna Karenîna û Madame Bovary bi dest xistiye. Pir mixabin, ji ber ku Gogol ne tenê şahesera xwe ya bêhempa neqedandiye, di heman demê de heta radeyek mezin dev jê berda.


Gogol bi aqilane vê rastiyê bi kar tîne ku li Rûsya, Çarên Rusya yên ku her sê salan carekê bi tenê hejimartina û beyan kirina serfên/gundiyan ji bo bacê hebû. Çîçîkov sereke pê dihêse ku navên serdestên ku di vê navberê de mirin hêjayî pere ne û ger ji destê wan bigire ew dikare wan îpoteke bike.


''Dead Souls/Giyanên Mirî/Ölü Canlar'' yek ji wan pirtûkên kêm e/nadîr e ku hûn dikarin dîsa û dîsa jî bixwînin ji bo ku ew çîrokeke dilşewat e û ku leheng wê Çîçîkov ji rewşek bêaqil diçe rewşeke din.

Mîsyona Çîçîkov ew e ku ruhên mirî, karmendên mirî yên xwediyên erdan bikire, yên ku hîn ji qeydan nehatine derxistin ji ber ku tenê her çend salan carekê têne paqij kirine. Çîçîkov bê pere ye, lê dixwaze bi îtîbara xwe nîşan bide ku bi sedan kes dixebitîne ji bo wî, bêyî ku bibêje ev kes ji xwe zû de mirine. Ew wî ji rewşek komîke/satirîke digihîne rewşek din a li bejahiya berfireh ya Rûsya yê.

“Giyanên Mirî”ji bo kesên ku bi edebiyata Rûsî ya sedsala nozdehan re eleqedar dibine pêdivîyeke. Nimûneyek ecêb a realîzma Rûsî ya destpêkê, ku bi dozeke mezin ya mîzahê re tê hev kirin. Gogol di derbarê têkiliya xwendevan, nivîskar û çîrokê de xwedî nêrînek balkêş e û dema leheng dimeşe dudilî nake ku rasterast xîtabî xwendevan dike. Gogol di berhema xwe de her cure durûtiya di nav arîstokrasiya Rûs de rexne dike. Kesê xirab, qumarbaz, gendelî: her sterotipên xwediyên axê yê Rûs bi awayekî komîk tê axaftin û tinaza kirin. Di Giyanên Mirî de her rewşa sedsala 19an vedihewîne. Gogol ti carî nekariye pirtûkê biqedîne, ji bo vê yekê dawiya wê tune, ev yek şerm e lê wê demê pir tişt bûn.

N. Gogol, Yaşar Kemalê Tirkiyê; Ez difikirim Ukrayna jî xwedîya çarenûseke mîna Kurdên Tirkiyê; Gogol bi eslê xwe Ukraynayî ye û wekî edebiyatnasekî Rûsî tê naskirin. Yaşar Kemal jî bi eslê xwe Kurd e, belê wekî nivîskarekî Tirkiyê tê naskirin. Ew herdu ne nivîskarên heman serdemê ne, belê difikirim ku çarenûsa wan yek e. Wekî gel an netewe Ukrayna niştecîheke ji Rûsyayê kevintir e, lê Rûs wan ne wekî gelê Ukraynayê wekî gelê Rûsya dihesibînin. Kurd jî li Tirkiyê di heman rewşê de ne, her çiqas Kurd ji aliyê dîrok û etnîkî ve cuda bin jî, hebûna wan ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûl kirin.

Yusuf Kaynak, Lahey, 11-03-2022

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye
Hejmara Mirinên ji Korona Nêzî 4 Mîlyonan Dibe