Nijadperestên Tirk li Çorûmê jî êrîşî karkerên demsalî yê Kurd kirin

.

Nijadperestên Tirk li parêzgeha Çorûmê ya Tirkiyê jî êrîşî karkerên demsalî yê Kurd kirin.

Nîjadperestên Tirkî do êvarî bi kêran êrîşî karkerên demsalî yên ji Rihayê kirin û di encama êrîşê de, Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û Elî Sarigul birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê, mexdurên bûyerê, Îsmaîl Çalişir, Îbrahîm Çalişir diyar kirin, ji ber meseleya çop û gemarê, xalê muxtar û pê re binefserek, gefa qewitandinê li wan xwar, eger gemara xwe ji nav erd ranekin.

Îbrahîm Çalişir da zanîn, gava wan ji binefser re got ku ew ê lê gilî bikin, muxtar û kurên xwe û gundiyekî, bi kêran êrîş kir.

Îbrahîm Çalişir destnîşan kir, di dema êrîşê de, binefser piştgiriya da muxtar û gaz bi ser wan de reşand.

Li gor Îbrahîm Çalişir, wan konên xwe veguhastine gundekî din û diyar kir ew ê vegerin Rihayê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye