Nêzîkî 400 karmendên Tenduristîyê li Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn

Nêzîkî 400 karmendên Tenduristîyê li nexweşxaneyên bajarê Silêmanîyê tûşî Vayrosa Koronayê bûn.

Li gor nûçeya K24ê Pişkek ji karmendên Tenduristîyê ku helgirên Vayrosa Koronayê ne, piştî başbûna wan yekser vegerîyane ser karên xwe. Cêgirê rêvebrê Tenduristîyê piştî burandina Vayrosê û başbûna wî vegerîya ser karê xwe û aşkera dike, li eger zêdebûna tûşbûna karmendên Tenudristîyê bi Vayrosa Koronayê, wan pilana taybet heye, daku valahî durist nebe di bingeh û fermangehên Tenduristîyê û nexweşxane yê Silêmanîyê de.

Bilindbûna amara tûşbûyên Vayrosa Koronayê di demekê de ye, nêzîkî 400 karmendên Tenduristîyê li parêzggeha Silêmanîyê tûşî wê Vayrosê bûne. Pişkek ji tûşbûyên Koronayê bi sedema xirabîya rewşa tenduristîya wan, wan pêwîstî bi zêdetir ji sê karmendên Tenduristîyê hene daku çavdêrîya wan bikin. Evê yekê jî weha kirîye ku kêmîya hejmara karmendên Tenduristîyê arîşeyan bo wê kertê durist bike.

Li gor wan zanyarîyên bi dest Kurdistan 24 ketin, pişkek ji karmendên Tenduristîyê li naxweşxaneyên bajar, nexweşxaneyên Şoriş û Navenda Jîyanewe û Rêvebrîya xweparaztinê, herweha çend karmendên din li nexweşxaneyên Germîyan, Kelar û Helebce tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'