Nexşeya gorên komî yên Qetlîama Dêrsimê amade dibe

.

Wê di nexşeyê de gorên komî yên li Kemerê Arey (Halvoriye), Koo Spi (Zımeq), Kırniga Khali (Kırnige), Serkemer/Derê Xezani û Deştê hebin.

Înîsiyatîfa Çandên Tirkiyeyê bi navê “Projeya Pîlot a Xebateke Qadî ya 1937-1938 Dêrsim”ê ya Çandên Tirkiyeyê daye destpêkirin. Ji bo vê xebatê vîdeoyek amede kiriye ku cihên qetlîama di salên 1937 û 1938an li Dêrsimê pêk hatiye nîşan dide û ev li ser hesabê Youtube-ê yê “Çandên Tirkiyeyê” (Türkiye Kültürleri) weşandine.

Projeya ku Komeleya Friedrich Ebert Stiftung piştgiriya wê dike nexşeyek amade dibe. Wê di nexşeyê de gorên komî yên li Kemerê Arey (Halvoriye), Koo Spi (Zımeq), Kırniga Khali (Kırnige), Serkemer/Derê Xezani û Deştê hebin.

Wê pênc cihên ku qetlîam li wan pêk hatiye û bûyerên li vir qewimîne bibin mijara lêkolînê. Her weha wê xebat li ser detayên hemû bûyerên qetlîamê bikin.

Ji Zanîngeha Bilgiyê Prof. Dr. Bulent Bilmez û Cemal Taş wê projeyê bi rê ve bibin û Dr. Esengul Ayyildiz jî wê koordînatoriya lêkolînê bike.

Daneyên di encama vê projeyê de wê derkevin holê, piştî xebateke akademîk û zanistî wê weke pirtûkê de were weşandin û li ser malpereke înterakîf werin parve kirin. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye