Newsweek: Pentagonê di nav 10 salan de artêşeka bi 60 hezarî ava kir

.

Kovara Newsweekê ya Amerîkayê ku behsa lêkolîneka 2 salan dike û dibêje wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê di 10 salan de, li dora 60 hezarî artêşekî bi dizî ava kiriye. Li gor nûçeyê artêşa navborî li gelek deverên dinyayê sîvîl an bi cilên fermî yên artêşê wezîfe dikin. Newsweek behsa lêkolîna li ser mijarê dike û dibêje jimara vê artêşê ji ya wezîfedarên bi dizî yên CIA yê deh car zêdetire.

Di vê bernama wezareta bergiriyê ya Amerîkayê de li dora 130 şîrket hene û her sal bo wan 900 mîlyon dolar pere xerc dikin. Şîrketên behsa wan têkirin, bo kesên bi navên derewîn, bo wan belgeyên sexte tên amadekirin, fatûra û baca wan didin, li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bo guhdariyê û çavdêriyê cîhazên taybet û ekipman bo wan hildiberînin.

Artêşa di bin fermanê de, ji nîvê wê zêdetir, hêzên taybet yên tevgerê yên Amerîkayê ne. Wezîfa wan ew e li deverên şer û welatên dost şopandina terorîstan dikin.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin