Newroz, Kawa - Azhî Dahaka

Maruf Yilmaz

Di derbara Kawa û Dehaq de çend çavkanîyên min yên bingehîn hene, ew jî, ev in:  Avesta´ya Zardeşt, Şahnameya Ferdowsî, Şerefnameya Şerefxan Bîdlîsî, pirtûkên Weda, ”Rîgweda”, Anabasisa Xenefon, Pirtûka Heredotus û pirtuka Photios ya bi navê ”Myriobiblos’ (Deh hezar pirtûk). "Efsane "Mythos" û rîtuelên me beşek ji mîrasîya me ya civakî ne; nifş derbasî nifşeke nû dibe û ew dibe mîras, cejn û nirxên bingehîn ên neteweyî diafirin.  Bûyer û vegotin dibin efsaneyên rastîn yên civakî. Vegotinên devkî ji çalakîyên bûyerên girîng diafirin.

 

Em çawan dikarin rastîya KAWA û AZHÎ DAHAKA (Dehak) têbigihîjin û bizanibin?

Dehak kî ye? Kawa kî ye?

Azhî Dahaka keyê Med Astyageş e û Kawa jî xîyanetê bi wî û medan re kiriye û ew

bû sedemê têkçûna Împeratorîya Medî?

Astyageş çima tawan (ceza) da wezîre xwe Harpagos ku ew goştê kurê xwe bixwe?

 

Prof. Wilhelm Müller (1896); Herodotus (500 BZ) qala Astyageş (Azhi Dahaka), Kuruşê Faris, Zardeştî û sedemê têkçûna Împeratoriya Medî dikin. Mîtolojiya Newroz´ê li ser bingeha duyalîzma ku di navbera Azhî Dahaka û Ferîdun (Thraetaona) de heye, avabûye. Lê di Avesta´ya Zardeştî de Ahura Mazda (Xwedê) û Angra Maingu (Xwedê xerab) e, ew bi xwe duyalîzmê avadikin. Lêkolînerên kurd bi taybetî Dehak weki keyê Asur ereb, babilonî û turan (tirk) dibînin û bi vê mijarê ve girêdidin.  Lê diroknasê ermenî Moîse de Khorene di pirtûka xwe de behsa Astyageş dike û wî mîna Dehaqê zordest dibîne.

 

Lê bi ya min Med bi Farisan hatin xapandin û li diji keyê xwe Astyageş raperîneke mezin çêkirin û alikarîya Kuruşê faris kirin û bi hawayî Împeratorıya Medî hilweşandin. Kawa bi Astyageş û gelê xwe re xîyanet kirîye, lê ew wekî mêrxasekî gelê xwe derbasî nav rûpel dîrokê bûye. Kawa Harpagosê xayîn e, lê di Shanameya Ferdowsî de cihê xwe dide Kurusê faris û Kurus jî rola Kawa dileyîze. Divê kurd ji Ferîdun re xwedî derbikevin û dev ji Kawayê Hesinker berbidin, ji ber ku Ferîdun têkilîyê xwe bi Cejna Kurd (Newroz) ve heye û di Avesta´yê de rola KAWA dileyîze. Bavê Ferîdun ji alîyê Azhî Dahaka ve hatiye kuştin û êdî Ferîdun mezin bûye, dixwaze tola bavê xwe hilbide. Ferîdun desthilatdarê Aryana kevnare yê şeşan bû, pênc sed sal padîşahî kirîye. Bavê wî ji alîyê Azhî Dahaka ve hatibû kuştin, ji ber vê yekê, dêya Ferîdun Ferâne, kurê xwe Ferîdun´î teslîmî malbatekê dike û Ferîdun bi şîrê manga (çêlek) xweyîkirin û wî mezin dikin. Azhi Dahaka dixwest, kurê Ferîdun Bermayin bikuje, pêşîn nikaribû bikuje. Lê di dawîya dawîn de Azhî Dahaka Bermayîn dikuje. Ferîdun dixwaze tola kurê xwe û bavê xwe bistîne û Kawa jî dibe alîkar. Gava ku Azhî Dahaka ji Hindistanê vedigere Îranê, dixwaze herdu xwişkên Cemşîd´î ku zewicîbûn, wan bikuje, lê ji tirsa Keyhusre newêrî bikuje. Di pirtûkên Wedayî de kurê Xwedêya/ê ROJ´ê ”Wîvahvant” e û ew mirovê pêşîn û keyê yekemîn e û di eynî demê de Ahura Mazda ye. Di Şahnameya Ferdowsî de bi kesayetiya Cemşîd´î ve bûye yek. Kawayê Hesinker di Şahnameyê de Kaveh Ahangar (hesin) û di dema Sasanî (224 - 651) de jî, ”Kaveh Derafşî Kavîyanî” ye. Ligorî Sin John Malcolm Ferîdunê ku di pirtûkên dîrokî yên farisî de derbas dibe, Arbakes keyê Med e, lê ji alîyê din ve jî, Keykubat (Kavi Kavata) jî, Astyageş e (Sin John Malcolm). Lê Astyageş di Avesta´yê de Franrasyan e û di Şahnameyê de bûye Efrasiyab e. Yanî Efrasiyab sembolê xerabî û tarîstanê ye. Keyê Med Keyaksar çima û ji bo çi Kawa ye?

 

HERODOTUS, THUCYDIDES, WILHELM MÛLLER, ŞEREFXAN BÎTLÎSÎ

 

Prof. Wilhelm Müller (1896), dinivîse: ”Peyva Med (Mad) di Zimanê Avestayî de ”Mada” û di încilê de jî, ”Madai” ye. Di mîxnivîsa aşurî ya SARGON, sala 844an BZ de peyva ”Parsu” derbas dibe. Peyva ”Madaya” ji bo gelê Med û ”Parsu” jî, ji bo farisan e. Heredotus (500 BZ) dîroknas û etnolog bû. Ew wekî bavê dîrokê dihê nasîn û wî giraniya xwe dide ser çîrokan, lê dîroknas Thucydides (500 BZ) giraniya xwe dide ser rasteqîniya objektîf û bûyerên dîrokî ku qewimîbûn. Prof. Dr Wilhelm Müller (1896: 82 - 84) dinivîse, dibêje, 596 sal BZ Keyaksar diçe ser dilovanîya xwe û kurê wî Astyageş (Azhi Dahaka) dikeve şûna wî. Di wê demê de Kuruş ji dayîka xwe dibe, dihê dûnyayê, hingê Astyageş ji wezîrê xwe Harpagus re daxwaz dike ku Kuruşî bikuje, ji ber ku Astyageş, xewneke pir xerab di derbara Kuruş´î de dîtibû. Lê Harpagus daxwaze Astyageş´î bi cîh nahîne û gava ku Kuruş mezin dibe, pirsgirêk çêdibe. Piştre Harpagus alîkariyê ji farisan dixwaze ji bo têkbirina serokê xwe Astyageş´î. Ev ”xayîntî” dibe sedemên têkçûna Astyageş û serkeftina farisan. Wezîrê Astyageş Harpagus xîyanetê bi wî û medan re dike, lê mîna sembola kurd derbasî dîrokê dibe. Li gorî dîroknas Thucydides şer mamosteyekî serhişk (dijwar, hişk) e. Heke em rastîya şerê Yûnanistan û Îran têbigihîjin, hingê em dê bikaribin sedemên êrîş û têkçûna Astyageş´î jî, fêr bibin. Astyageş, kurê Keyxesro (Cyaxares, keyê Medan), ji eşîra Sagartîyan e. Sagartî binavûdeng bûn, mêr û mêrxas bûn. Darus dibêje: ”mirovek, navê wî Sitrantachmeş, ji Sagartîyan, li dijî min rabû (îsyan kir). Wî wisan got: ”Ez Keyê Sagartîyê, ji malbata Cyaxares (Key Xesro) me. Hingê min leşker ji med û farisan şîyadin ser wî…"

 

AESCHYLUS, CTESIAS, DIODORUS, FERDOWSÎ, HERODOTUS, HERZELD, PHOTIOS, PROMETHEUS, XENOFON… (dîroknas)

 

Herodotus (500 BZ), nivîsîye, dibêje; ”Navê keyê Medan ê dawîn Astyagêş (Aστυάγης / AOTUAYNS, Astuígas eller Astuigâs) e. Ctesias navê Astyagêş wekî Astyigas nivîsîye, lê Diodorus wekî Aspades nivîsîye. Li gorî nivîsên Akadî navê Astyageş´î wekî ”Ištumegu” hatiye nivîsandin. Bi zimanê babîlonîya kevn navê Astyagêş wekî ´Ishtuwegu´ hatiye nivîsîn. Photios (Φώτιος Phōtios) nivîsîye û ew li derûdora sala 810î BZ ji dayîka xwe bûye û di sala 893´an de çûye ser dilovanîya xwe. Wî pirtûka xwe ya bi navê ”Myriobiblos (Deh Hezar Pirtûk) ve navdartirîn nivîskar e. Ne gengaz ku, em bi çavkanîyên kevn ên Heredotus weke rastîya desthelatdarîya Astiyageş, ”keyê dawîn ê Medan” bipejirînin. Heredotus Astiyageş wek keyekî ”despot” bi nav dike. Ev dîtin ji bo wî rast e, lê guman li ser heye. Gumana Cteasias jî, li ser mijara Astyageş´î ya Heretousî heye û ew rexneyan li Heredotus ´î digire. Ew ji nû ve Astyageş û Kuruş´î dinirxîne. Qala peyvên Aeschylus´î yên di derbara Astyageş´î de dike. Navê Astyageş bi hawayên cûda hatine nivîsandin wek: Azhi Dahak, Azhi Dahaka, Zahhak, Azdahak... Lê di farisa kevn de wekî `Reštivaiga/riIštivaiga/Ištumegu hatiye nivîsandin. Heredotus bi xwe jî, Astyageş re dibêje Azhî Dahaka. Lê dibe ku rastîyeke din, ji bilî Astyageş jî, hebe. Lihevkirina Ordiya Gutî û Kuruşê faris jî, rastîyeke din e.

 

Ordîya Gutî di bin serokatiya Gobryaş (Ugbaro de digel Kurus farisan êrîşê birin ser Babilonê. Azhî Dahaka Keyê dawîn ên Medan bû û Împerator. Med êzidî bûn û faris jî, Zardeştî bûn. Yanî Astyageş rêberê mîrasa kevnare û bawerîya xwe bi Mîtra Xwedêyê/Xwedaya Rojê dihanî û Kurusê faris jî reformîst bû û ew li dijî kalê xwe Astyageş bû. Di navbera Kuruş û Astyageşî de tovên nakokîyê şîn bûbûn. Kuruş gava ku, biserdikeve, derîyê girtigeha Babilonê dide vekir û girtiyan azad kir. Serbestberdana girtîyan bi başî derbasî dîrokê dibe. Ji alîyê termên mîtolojiyê ve gelên kurd, îranî, afganî, û bêlîcî nêzîkê hevûdû ne. Di mitolojiya Hîndî, Zimanê Sanskretî de Sahasraksha xwedîyê hezarçavan e û dişûbe Azî Dahaka. Zardeştî di Avesta xwe de qala´Azi Dahaka dike, lê navê Kawa di Avesta´yê de derbas nabe. Kawayê Hesinker navekî nû ye û di Avesta´yê de tune ye. Çalakîya Dehak pir kevn e û ji ya Firdewsi kevntir e. Di Şahnameya Ferdowsî de, Astyageş xwîndar û xerab e. Yanî keyekî xwîndar, mirovkuj û zarokkuj e. Astyagêş 28 sal Keyê Med bûye û desthilatdar bûye. Lê li gorî dîtineke din, Astyageş keyekî Medperest bûye û xwestiye ku împeratoriya Medan berfirehtir bibûya. Li gorî siyasetmendarê kurd Kemal Burkay KAWA Keyaksar (bavê astyageş) bi xwe ye û Keyê Aşurî Asurbanipal jî, Dehak e. Li gorî Herzfeld karektera Azhî Dahaka bi ya Nebûkadnesar / Nabunîd an jî împeratoriya Babilê ya nû ve dihê kesayetkirin.  Dîtina Kemal Burkay´î bi 3 aliyên mantikwerî ve çewt e:

 

1. Asurbanîpal 14 - 15 sal berê 612 BZ mirîye. Yanî Asurbanîpal di salên 626  BZ de mirîye.

2. Keyê Med Keyaksar di 612 sal BZ de xwedîyê împeratoreke mezin bû û ew bi xwe jî desthelatdar bû.

3. Welatê Medan di vê demê de serbixwe û azad bû. Asurbanîpal pirtûkxaneya yekemîn li welatê xwe vekir. Kesê/a ji pirtûk û mîrasên çandî hez bike, nikare bibe Azhi Dahaka. Dîktator pirtûkxaneyên Mezopotamî digirin û pirtûkan jî, qedexe dikin anku dişewitînin.

 

Li gorî, lêkolînêr George Smith, Sardanapalus ê împeratoriya Babil´ê ya nû avakirîye yanî Napopolasar Azhî Dahaka ye. Li gorî rêza keyên Aşuriyan, Arvandasp dikare Nabopolasar e, lê gorî Herzfeld navê bavê Azhî Dahaka di mîtolojiya yûnanî de wekî Arvandasp derbas dibe, ji bo sembolê împeratoriya Aşurê ya nû ye. Li gorî rêzên keyên Aşurê yên dawîn” dibe Aşuruballît bi xwe Asvandasp be, lê eşkere ye, ku lêkolînêr Herzeld (1968: 16) qala Aşurbanipanî dike, ji ber ku ew wekî keyê împeratoriya Aşurî yê dawîn dihê pejirandin. Kesayetîya Aşuruballît´î ya dîrokî û împeratorî tune ye, ku em bibêjin ew Azhî Dahaka ye. Li gorî Gertrude Jobes (1962) Asurbanipal di mîtolojîya yûnanî de wekî Sardanapalus derbas dibe. Jêdera Herzfeld´î ew e ku kesayetiya Azhî Dahaka bi împeratoriya Babil´ê ya nû û Nabukadnesar ve bûye yek û mirov nikare ji hev bike. Li gorî Şerefxan Bîdlîsî (1597)  KAWA bavê 16-17 zarokên ciwanên kurd e ku Dehaq mêjîyên wan dane ser marbirîna xwe. KAWA li Qesra Dehaq raperînê organîze dike û piştî serkeftinê desthilatdarîyê teslîmê Ferîdunî dike. 

 

Siyasetmandarê kurd Kemal Burkay, dinivîsî, dibêje bûyera Newrozê di roja 21ê Adarê, 612 sal BZ de qewimîye û li gorî wî, Keyaksar Kawa bi xwe ye û Dehak jî, Keyê Aşurî Asurbanîpal e. Cemşid Bender (1991) weke Kemal Burkay dihizre û li gorî wî jî, serhildana Kawayê Hesinker 612 sal BZ de çêbûye û Dehak jî, Keyê Aşurî Asurbanîpal bi xwe ye. Şerefxan Bitlisî (1597) jî, di Şerefnameya xwe de qala Dehak´î dike û wî bi Şedadd´î bi nav dike. Mirov nikare karekter û kesayetîya ”Azhi Dahaka di nav keyên Aşûriyan de bibîne, dibe ku Dehak ji nîjada xwe be û Kawa jî, ”xaîn” be, medan têk birîye û ew bûye rûxandarê Împeratoriya Medan. Xwedîyê teza ku Keyaksar (Keyxesro) Kawayê Hesinker e, Îhsan Nurî Paşa (1976) bi xwe ye û li gorî wî bûyera Newroz´ê, di 21ê Adara 612 sal BZ´ê de qewimîye.

 

 

Kovara JÎN ji alîyê Mehmed Emîn Bozarslan ve hatîye transkrîpzekirin û di JÎN´ê (1918 û 1919) de nivîsek hatibû weşandin û ew nivîs qala ”Cejna Kurd” (Newroz) dike.  Li gorî Martin van Bruinessan, bi hawayekî fermî kurdên başûr di sala 1950î de NEWROZ´ê pîroz kirin û piştre kurdên bakur jî...

 

Ferdowsî di Şahnameya xwe de qala ”NEWROZ” û têkiliyên wê bi Kawa – Dehaqê zorker çi ye, nake. Herwisan qala Kawayê Hesinker wekî kurd nake. Çepên kurd ên Marsîst-Lenînîst di nîvê sala 1970î de giraniya xwe dan ser 1ê Gulanê cejna karkerên cîhanê û piştre mijara Kawayê Hesinker jî, wekî karkerekî (xebatkar) li dijî kapîtalîzmê xistin rojevê. Kemal Burkay di rojnameya ”Özgürlük Yolü” de ”Nevruz”ê weke Cejna Kurd dît. Di vê nivîsa Kemal Burkay de helbesta Cigerxwîn hebû; ”EZ KÎ ME”. Di ”Özgürlük Yolü” de Kawa wekî ”Kave” hatibû nivîsandin, lê di kovara RIZGARÎ de her du pevyên Kemal Burkay bûne NEWROZ û KAWA. Ev jî nîşana kurdperweriyê ye.

 

PROMETHEUS li dijî Zeus, Xwedêyê Yewnanî serhildan (îsyan) çêkir û xelqê ji sarmayê rizgar kir. Gotinên Cemşid Bender bikartîne, weke gotinên lêkolînerên tirk in, nimûne: Kurdên Med, Kurdên Gutî, Kurdên Kassî, Kurdên Hurî (”Gutî Kûrdü”, ”Kassî kürdü” Gutî Kürdü, ”Hürrî Kürdü”). Ev çand (kultur û adetên lêkolînerên tirk) li ser bingeha ”mentalîteta sîstema tirk avabûye. (Keyên Aşurî: Sanherîd (704 - 681) sal BZ, Aşurhaddîn 680-668 sal BZ, Aşurbanîpal 668-626 sal BZ Aşurdililişer 634-628 sal BZ, (Sin-shumlister 623 -?), Sinharişkun 629- 612 sal BZ, Aşuruballit 611- 609 sal BZ (piştî têkçûna Ninovê xwest paşve avabike, lê biserneket).

 

NEWROZA FARISÎ Û KURDÎ

 

Li gorî Herodotos 2000: 22 - 182, Xenofon 2014: (1-55); Srabon 1928: 1-60) Med û faris ji nîjadekê ne û ew xwedîyê çandeke hevbeş in. Di Newroza Farisî de Cemşîd (Jamchid) hunermendê şer, hunermendê xwendin, avakarê cotkarî, hunermendê dermançêkerî û hunermendê hesinkarîyê bû (bi zanistî peyva hunermend hatiye carkirin). Li gorî mîtolojîya farisî yê zora Dehak bi alîkarîya milyaketên Xwedê dibe Cemşîd (Jamchid) e. Bi gotineke din Cemşîd (Jamchid) Dehaq li Çiyayê Demawendê girê dide û paşê wî dikuje. Dehaq (Zahak) kurê Mardasê ereb e. Dûvre Kaveh bûye sembola serbixwebûna îranê li dijî zordestîya biyanîyan. Di Newroza Kurdî de Ferîdun rola sereke KAWA dileyîze, lê yê Dehak dikuje Kawa (Kave, kavî) ye. Di Avesta´yê de Kawayê Hesinker Azhi Dahaka´yî ne kuje, yê ku Dehak´î dikuje Garshars (Keresaspa) bixwe ye. Dehak keyê Aşurî nî ne, lê kurd dixwazin mijara Dehak bi aşurî, Babilonî, tirk (qiralê Turan) û ereban ve girê bidin, lê ne rast e. Ji ber ku, keyekî aşûrî bi navê Dehak tune bû û niha jî tune ye. Kawa gelê xwe ji zilm û koletiya Dehak´î rizgar dike. Homerozê kurdan  Ehmedê Xanî jî di sala  1696an de Mem û Zîn nivîsî  û di  beşa dozdehan de behsa Newrozê dike. James  Justinian Morier di (Second journey Troughe Persia) behsa rizgarkirina kurd ji Dehaqê zalim û  Ayd-î Kurd (cejna kurd) dike. Îhsan Nurî jî behsa pîrozkirina Newrozê dike. Bingeha teza wî, ji Îngilizî James Justinian Morier ve hatiye wergirtin û ew qala "Cejna Kurdî" li herêma Demawendê dike. Li li gorî dîtina wî, di 31ê Tebaxê de Kawa Dehak´î dikuje û ev kuştin weke ”Cejna Tol hildan” ê dihê pîrozkirin. Ely Bannister Soane (1907) jî, qala Cejna Kurdî û mijara Dehak´î dike. Newroz mîrasa çanda Aryana (welatê Arîyan) ye. Di Şerefnameya Şerefxan Bîtlîsî, Newroznameya Omer  Hayyam û Şahnameya Ferdowsî de jî bi hawayên cuda.behsa Newroz´ê dihê kirin. Kurd pîrozkirina Newrozê bi 21ê Adarê ya salnameya 612an BZ ve girêdidin.

 

Keyên Medan jî, ev in:

1. Dîyako (Kayqubad, Deiokes) 2. Fravatiş Feraortes (Kay Kawus, Phraortes, kurê Dîyako) 3. Kayxesrev (Kay Keyaksar, Kyaxares, Huvakhstra) 4. Astyageş (Ishtuwegu bi babilonî) Azhi Dahaka, kurê Keyxesro).

 

Kurdên bakur Aşurbanipal wekî Azhî Dahaka dibînin û Kawa jî wekî keyê Med Keyaksar dibînin. Mijara serhildana Kawa bi dagirkirin û bidestxistina Ninowa´yê ve girê didin. Ev dîrok di 612 sal BZ´ê de qewimîye lê Asurbanipal 14 sal berê, vê bûyerê mirîye. Ji ber vê yekê, guman li ser bûyera Newrozê heye. Pêvajoya Newoz´ê dibe ku bi serkeftina bavpirê kurd Diyako (Dejokes) 727 - 675 sal BZ ve girêdayî be. Di wê demê de bê qanûnî pir bû û ji bo hebûna qanûnê jî, Diyako ji alîyê xelqê ve dihê destnîşankirin, pêşnîyarkirin û hilbijartin ji bo ku bibe keyê Medan. Mijara Newroz´ê bi serbixwebûn û damezrandina dewleta Medî (Arî) ve girêdayî ye, dibe ku Kawa Diyako (Dejokes) be yan jî, Fraortes û yan jî, Keyxewro (Keyaksar) be. Kawayê Hesinker ê, ku di Şahnameya Ferdowsî de cîh digire, figurekî çêkirîye û ew kujê keyê neteweyê xwe û “xayîn” e. Dibe ku KAWA wezîrê Astyageş Harpagos be bi serokê xwe re xîyanetê kiribe.  Ferdowsî Yezdan / keyê Med Astyageş kirîye Azhî Dahaka û Kaveh Ahangar (Kawayê Hesinker, bi kurdî) jî, saxte çêkirîye ji bo ku farisan bi nîjad nîşan bide û Medan jî, bêkok (bêesil), behnîjad û nizm nîşan bide. Avesta´ya Zardeştî li ser bingeha nîjada Aryanî (Arî) avakirîye û ew giraniya xwe dide ser malbat, Xwedayên Arî, bavpîr (kalik), dapîr, nebî, mermal, xizim, mirovên mirovî, binemal û hemû ji nîjadeke Aryanî (Arî) ne. Lê di Avesta´yê de navê ”Kava Husrava” derbas dibe.

 

Gengaz e ku navê Kawayê Hesinker mîrasa Kava Husrava be.  ”Kava Husrava” Keyxesro (Keyaksar) yan jî, Kuruşê Faris e?

Em çima, ji bo çi em Kawa û Dehak´î bi medan ve girê nadin? Gelo Kawa xayîn û bi gelê xwe re xîyanetê kirîye, lê ew wekê sembola serxwebûna Kurdistanê derbasî dîrokê bûye?

 

Mirov rastê orijînala Kawayê Hesinker nahê, ji ber ku çavkanîya bingehîn a me Avesta ye; ne Şahnameya Ferdowsî ye. Di Avesta´yê de yê bi Azhî Dahaka re şer dike Thraetaona (Ferîdun) ye. Kawa û Dehak figurên mîtolojîk bûn, lê piştre ew hatin kesayetkirin û bûn qahremanên rastîn. Di şahnameya Ferdowsî de navên Dehaqê Ereb û Ferîdunê Îranî derbas dibin, lê Ferdowsî qahremanekî nû bi navê Kawayê Hesinker çêkirîye û wî kirîye şûna Ferîdun´î. Divê zanyarên kurd giraniya xwe bidaye ser Ferîdun´î, ji ber ku ew figurekî Medî ye. Astyageş di Avesta´yê de Franrasyon (Dehak) e û di Şahnameya Ferdowsî de Efrasiyab (Dehak) e. Heke Azhî Dahaka Astyageşê Med be û Kuruş jî Kawa be, hingê ji bo kurdan trajedîyek e.

 

Di Klasîkên Kurdî de Kawa

 

Heta em sax bin, em dê Kawa yê ku dewleta me hilweşand û desthelatdariya me da destê farisan, em dê çawan wî xayînî pîroz bikin? Ji Baba Tahirê Ekbatanî, heta Hacî Koyî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizirî, Ehmedê Xanî û di klasikên kurdî de jî, navên Kawayê Hesinker û Azhî Dahaka (Dehak) derbas nabin, lê qala Newroz´ê di hin klasikên kurdî de dihê kirin.  Omer Hayyam (1047-1122) jî behsa Newroz ê dike û li gorî wî Ferîdun Dehak dîl digire û wî girêdide.

 

Ehmed Xanî (1696) di Mem û Zîn ´a xwe de qala agirê Newroz´ê nake, lê weke cejna serê salê qal dike. Cudahîya Şahnameya Ferdowsî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî ew e ku Ferdowsî antîteza îslamîzma ereban, lê Ehmedê Xanî bi îslamê re ye. Şahname û Mem û Zîn herdu jî eposên neteweyî ne.

 

 

Diodoʹrus, Abol – Qasem Ferdowsî, Mahmud Ghaznavî  

 

Abol – Qasem Ferdowsî (1010) li gorî daxwaza Sultanê Osmanî (tirk), Mahmud Ghaznavî nivîskariyê dikir. Ferdewsî di derbara naveroka Şahnameya xwe, di sala 997-1010î ya PZ´ê de nîşanî Mahmud Ghaznavî dabû, Sultanê Glaznî. Ferdowsî li gorî daxwaza Sultanê Tirk Mahmud Glaznavi nivîskariyê dikir û ew wekî Diodoʹrusê (100 sal BZ) (100 sal BZ) yûnanî bû. Diodoʹrusê yewnanî wî li gorî daxwaza Key Augustus´î nivîskariyê dikir. Mahmud Ghaznavî bajarên hindî, Multan, Punjada û bakurê Hindistanê dagir kiribû û ew di sala 998an de bû Sultanê Osmanî. Ferdowsî Şahname nivisî, lê şêwirmend û aqilmendê wî Mahmud Glaznavi (Glazeli) bû. Ew bi eslê xwe tirkê Afganistanê bû û ew di navbera salên 971 û 1030î de jîyaye. Mahmud Glaznavi wekî Sultanê tirk (Osmanî) li Afganistan û bakurê Hindistanê desthelatdar bû. Li gorî UNESCO (rêxistina perwerdeya Neteweyên Yekbûyî) û Rêxistina Çanda Yekitiya Ewropayî Mahmud Glaznave´yê tirk wekî kujê mîrasa çanda Hindî-Aryanî dibînin. Mahmud Glaznavî xwestiye mîrasên çandên (kultur) kevnare yên Hindî -Aryanî tune bikira, lê nikaribû. Şahname jî, bi daxwaza Mahmud Glaznavî hatiye nivîsandin, bi armanca ku mîrasên kulturî yên kevnare bike malê xwe, lê paşê di navbera wî û Ferdowsî de nakokî çêdibin û Ferdowsî weke xwe dike. Di Şahnameya Ferdowsî de Ferîdun faris e, lê di rastiya xwe de kurd (Med) e. Ferîdun Azhî Dahaka dîl (esîr) digire û wî bi qeyd û zîncîran ve girê dide. Mijara Azhî Dahaka ji farisan kevntir e. Li gorî Ferdowsî, kurd bêkok (bê esil), behnijad û ne şareza ne, lê di rastîya xwe de împeratoriya medan ji farisan kevntir e û faris di bin destê medan de bûn. Di şahnameya Ferdowsî de zarokên faris ji Dehak´î direvin diçin serê çiyan û di nav xwe de zimanê xwe ji bîr dikin û zimanekî nû fêr dibin an jî çêdikin. Ferdowsî Afrasiyab wekî padîşahê Turanê dibîne. Di Avesta´yê de wekî Franrasyon derbas dibe, lê di zimanê pehweyî (farisîya navîn) de Frasiyav/Frasiyak û Frangrasyak hatiye nivîsandin.

 

”Şahnameya Ferdowsî”

 

Dozdeh şervanên îranî ku di Shnameya Ferdowsî” de cihekî girîngirîn digirin, lê yazdeh şervanên îran´ê tenê tên hejmartin (hesapkirin), şerê di navbera Gostaham û birayê Piran Viseh de nahê hejmartin (hesapkirin).  Bi têkçûn û kûştina Efrasyap (Azhi Dahaka) ve şer diqede û Kuruş digel Goudarz´î derbasî dîrokê dibe. Cejn bi serketina Key Khosrow (Kurus) û Goudarz´î ve dihê pîrozkirin- Gumana Kuruş li ser Gostaham´î heye.  Goudarz serleşkerên Îranê ye û Piran Siveh jî serokleşlerên Turanê ye. Gava ku birayê Pîran Houman gefan li farisan dixwe, ew ji alîyê Bîzhan´ê faris ve dihê kûştin û ev kûştin dibe sedemê zêdebûna nakokiyan.

Şervanên îran û Turanê ev in:

Bartah – dijber - Kohram

Bizhan (kurê Giv) – dijber- Rooyin

Fariburz (kurê Kawus) – dijber- Golbad Viseh

Foruhal – dijber -  Zangolah

Give (kurê Goudarz) – dijber -  Goruye Zereh

Gorazeh – dijber -  Siamak Turanî

Gorgîn (kurê Milad) – dijber- Andariman

Godarz (kurê Kashvad) – dijber – Wezîrê Piran

Hojir (kurê Goudarz) – dijber- Sepahram

Rohham – dijber - Barman

Zangeye Şavaran (Şêwirmendê Siavash) – dijber -  Akhvast

Gostaham – dijber -  Lahhak  Farshad

 

Sir William Jones û George Smith dinivîsînin, dibêjin Kuruşî Kawa Husra (Keyhusrew, Kuraş, Kuruş) bi xwe ye. Bi taybetî Herzfeld (1968) dinivîse, dibêje, navê Kawa, mîrasa Kawa Husrava bi xwe ye. Di derbara vê mijarê de Arthur Christen (1941) qala Cejna ”Dirafşî Kaviyan” dike û li gorî wî, navê ”Kavî, ”Kava” dihê wateya key (qiral). Di pirtûka Zardeştî ya bi navê ”Avesta” de, em şerê Ferîdun (Thraetana) û Azhî Dahakî hîn dibin. Em dibînin ku çawan Ferîdunî Azhî Dahaka girêdaye û wî birîye çiyayê Elbrusê li qeyd û zincîran xistîye. Di ola Zardeşt Pêyxemberî de du hêzên sereke hene, ku ew herdu hêz li dijî hevûdu şer dikin. Ev duyalîzm tarî-ronahî yanî Ahura Mazda Xwedê ronahî û Ahrîman/Xwedayê Xerab (Wallis, Ernst 1875: 174) ye. Zardeşt fîlozofekî monoatrîst bû, lê nivîskarên klasîk wî weke monoteîst dibînin. Monolatrî ji monoteîzmê cûda dibe. Wekî dihê zanîn, em roja Newrozê, 21ê Adara 612 sal BZ, di şerê Kawa-Dehak´î de dibînin, lê rastîyeke din dikare hebe.

 

Xenefon, Anabasis (/əˈnæbəsɪs/ yûnanî) ”Anabasis”, pirtûka Xenofon´î beşek jê di derbara ”Karduxî” de ye. Xenofon di derûdora sala 428´an de ji dayika xwe bûye û di derûdora sala 354´an de çûye ser dilovaniya xwe. Ew dîroknivîs, dîroknas û ”serleşker” bû. (Siʹculus a/ Dioʹdōrosho, Sikeliōʹtēs) 100 sal BZ dîroknasê yûnanî bû û ew wekî gelekî nivîskarên din, li gorî daxwaza Keyê romî Augustus´î nivîskariyê dikir. Li gorî dîtinekê, Astyageş, keyekî xerab bû û ev xerabîya wî bû sedemê têkçûna Împeratoriya Medî. Astyageş di Avesta’yê de Franrasyan (xerab, şeytan) e û di Şahname’yê de Efrasiyab e yanî sembolê xerabî û tarîyê ye.  Li gorî dîtinekê, navê mîtolojiya Kawayê Hesinker ji cejna Îranê (Aryan) ya bi navê ”Dirafşî Kavîyan ango ji navekî din bi çewtî hatîye lêvkirin û bûye tiştekî din. Kavî, Kaviyan (piranî), Kava, nimûne: Kavî Kavata), Kavî Kubat), Kavî Usadhan (Key Xesro, Cyaxares), Kavî Husravah (Kuruş, Kuraş, Sirus, Key Hûsrev). Li gorî rêzê, dema Dara (Darus I) Kawa û Viştaspa, Kuruş pir nêzîkî hev in. Key Viştapa, kesê ku di gotin û kirina xwe de bi pîvan bû û di dawiya jîyana xwe de bawerî bi Zardeştî tîne û ola wî diparêze. Kuraş (Kurus, Key Hûsrew) ji dayîkbûna xwe, ji bo hukumdarekê dikeve tehlukê, dibe qehremanekî mîtolojîk. Kuraş mirovekî reformîst, mirovhez e û ew wekî Russell Means û ji bilî jî wekî Robîn Hood (hatîye çêkirin).

 

Ferdowsî keyê Med ê dawîn Astyageş Azhi Dehak çewt nîşan daye, mirov nikare rastîya wî bibîne. Ferdowsî serokê Êzidiyan Astyageş (Azhi Dehak) bi Yezdanê Kurd dide kuştin. Bi gotineke din, Kawa dibe "xaîn” wî padîşahê gelê xwe kuştiye û dewleta xwe dide destên farisan. Divê Kawa weke tawanbarekî kurd derbasî dîrokê bibe, ne wekî mêrxasekî kurd. Kurd ji hundirê xwe ji hevûdu hes nakin û Ferdowsîyê neteweperest jî, ji vê rewşê sûd wer girtîye, Kawa wekî mêrxasê azadiyê dide nasîn û serokê ola Mîtra Astyageş jî, weke zorker dide nasîn. Med baweriya xwe bi Xwedêya ROJ´ê MÎTRA dihanîn. Mijara ”Aji Dahaka” ji Şahnameya Ferdowsî kevntir e û berê beriya Firwedsî, di Avesta´yê de hebû. Dîroknas Mose de Khorene jî, qala Dehaq û Ferîdun´î dike û ew Astyageşê Med wekî Dehaq´î (Ajadahak) dibîne.

 

Di Şahnameya Ferdowsî de kesitiya Astyageşî dişûbe karektera Azi Dahaka. Keyê Babil Nebonîd û Kuruşê Faris herdu jî, bûbûn dijminê Astyageş û hevaltiya farisan dikirin. Ev rewş bû sedemên wendakirina deweleta Medî û Babilonî.  Em dizanin ku Kuruş digel kalikên me Gutîyan û di bin serokatiya Gobryaş (Ugbaro) de, di sala 539 BZ´an de împeratoriya Babiloniya Nû ji hêlê rakirin û di şûna wê de "Dewleta Faris" a Mezin hat damezrandin. Prof. Dr. Cemal Nebez (2006) di rojnameya Medya´yê de nivîsîbû û li gorî wî Dehak keyê Medan ê dawîn e û kurd bi hawayekî ji cîranên xwe ji farisan alîkariyê xwestin û serxwebûna welatê têkbirin. Wezîrê Astyageş´î Harpargos alîkariyê ji farisan dixwaze, ji bo têkçûna Astyageş û faris jî, alîkariyê didin wî û bi vê alîkariyê ve Împeratoriya Medan têk diçe. Kuruş, nevîyê Astyegeş e û wî darbeyeke hundir li koşka Astyageşî (kalê xwe) li dar xistîye û li ser textî rûniştîye.

 

Nakokiya Kawa - Azî Dahaka

 

Prof. Wilhelm Müller (1896: 89) Astyageş´î wekî zarokkuş û zorker dibîne. Li gorî wî, tovên nakokîyan di navbera Astyageş û wezîrê wî Harpagus de şîn dibin. Astyageş, kurê Harpagus dide kuştin û goştê wî jî, bi bavê wî dide xwarin. Sedema nakokîya wan ew bû. Astyageş fermana kuştina Kuruş (nevîyê dabû û ji Wezîrê xwe Harpagus´î re daxwaz kir ew Kuruş´î bikuje, lê dilê wî pê şewitî û wî ew ne kuşt. Astyageş got: “Kuruşî bikuje”, lê ev daxwaza wî pêk ne hatî. Ji ber vê yekê, Astyageş tawaneke mezin dide Harpagus; goştê kurê Harpagus´ pêjand û da ber wî û wî, jî ew goşt xwar. Lê gava ku Harpagus goştê kurê xwe xwar û têr bû, hingê Astyageş jê re dibêje: ”Te goştê kurê xwe xwar, va li serê kurê xwe binêre...” Azhî Dahaka, zalim û tîndarê xwînê wekî Babilonê ye. Navê Azî Dahaka yê din Baevaraspa (Biyaresp, Bibrasp, Biyusresb, Biveresb) ye. Peyva ´Baevaraspa dihê wateya xwediyê "deh hezar hespan"(deh hezar hespwarî). Lê peyva”Sahasraksha”...Di mitolojiya Hîndî de, di Zimanê Sanskretî de”Sahasraksha” xwedîyê hezar çavan e û dişûbe Azî Dahaka. Di Şahnameya Firwedsî de Azhi Dahaka piştî Cemşîd Keyê pêncemîn ê Îran û Turanê ye, ku ew li ser text rûniştîye. Di mijara Azhi Dahaka de sê keyên cûda hene, ew jî ev in:

Keyê Med ê dawîn Astyageş û wezîrê wî Hargagus (Azhi Dahaka, ji eynî nîjad).

Keyê Turan (Azhi Dahaka, Afrasiyab û wezirê wî PÎran).

Keyê Babilê (Azhi Dahaka: Nebûkadnezar, Nabunid)

 

Gelo bûyera Newroz´ê rasteqînî yan jî çîrok e, em dê çawan bizanibin û têbigihîjin?

 

Li gorî Gürdal Aksoy (1991) û Îzadî Mehrard, Astyageş Azhî Dahaka bi xwe ye û Kurus jî, Kawayê Hesinker bi xwe ye. Kesê xerabtirîn di Avesta´yê de kesê xerabtirîn Azhi Dahaka ye û ew jê keyê Medan ê dawîn, Astyageş bi xwe ye. Li gorî Gurdal Aksoy mirov nikare şopên Kawayê Hesinker di Avesta´yê de bibîne, lê mirov dikare di dema Sasaniyan de şopên KAWA bibîne. Dibe ku di dema Kurûşê Faris de, çîroka karaktera Kawa hatibe afirandin. Dibe ku Avesta li ser têkçûna Medan Astayageş (Azhî Dahaka) û biserkeftina farisan (Kurûs) be, li hember Yezdanê Med (Êzidî), serkeftina Zerdeştîyan bi xwe be. Di derbara Avesta, Kawa û Newrozê de tiştên ku hatin nivîsandin, em wan ji çavkanîyên farisan fêr bûne. Çavkaniya ku zêdetirîn hatiye şopandin jî, Şahnameya Ferdowsî bi xwe ye û me ew çavkanî kir rastiya Kawa û Newroz´ê, lê rastîyeke din, dikare hebe. Peyva ”ezidî” ji Zimanê Sanskritî ”yajati” û paşê Zerdeşt di Avesta´yê de diguhirîne dike ”yazata”. Koka peyva peyva ”yazata” ”yas” e.

 

Kurtenaverok

 

Newroz, Kawa û Dehak têkîlîyên xwe bi têkçûna Asurbanîpal ve ye. Dîroka Newrozê pir kevn e lê niha ji bo kurdan kom dibe sê naverokan: Roja Rizgarîya gelê Kurd, Roja Cejna Neteweyî, Serê salê/Nûroj û Cejna Biharê ye... Azhî Dahaka têk diçe û Kawa biserdikeve.

Di Avestayê de yê bi Azhî Dahaka re şer dike Ferîdun e. Kawa û Dehak figurên mîtolojîk bûn, lê piştre ew hatin kesayetkirin û bûn qahremanên rastîn. Vegotina Azhi Dahaka (Dehaq) ji Avesta û Shanemeya Ferdowsî pir kevntır e. Di Avesta´yê de behsa Azhî Dahaka dihê kirin û Ferdowsî jê sûd wergirtiye û kesî wî şûbandîya kalikê xwe Astyageşê Med. Moîse de Khorene 500 sal berê Ferdowsî di derbara Astyageş de nivîsîye li gorî wî Astyageş Dehak bi xwe ye. Li gorî min Azhî Dahaka Astyageşê Med e û Harpagos jî Kawa, lê ew cihê xwe dide Kuruşê faris e, heke wisan be, hingê ji bo kurdan trajedîyeke mezin e.

 

 

Nasnameya Kawayê Hesinker:

Kawayê Hesinker rola Xwedê Atar (agir) jî, dileyîze û ev agir bûye perçeyekê ji Newroz´ê. Di Newroz´ê de tradîsyona agirkirinê, girêdana xwe digel Xwedêya Atarî (agir) heye.

Kawa, wekî agirê ronahiyê ye. Agir hêza enerjîyê dide xelqê, ji ber vê yekê ye, ku dawîya zorkeriya Dehakî tîne.

Kawa gelê Kurd ji zilm û koletiya Dehak´î rizgar dike. Kawa sembola gelê bindest e.

Kawa mirovekî hesinker û karker nî ne. Kawa mirovekî civakreformîst e.

Kawa bi çand, civak û nasnameya xwe ve kurd e, lê dibe di rastiya xwe de Kawa keyê faris Kuruş be û Azhî Dahaka (Dehaq) jî, Astyagêş be.

Di mitolojiya kurdî de Kawa welathez û azadîxwaz e.

Kuruş (Kuraş, Key Hûsrew) ji dayîkbûna xwe ve, ji bo hukumdarekê dikeve tehlukê, dibe qehremanekî mîtolojîk.

 

Azhî Dahaka di Avesta´yê de: 
1. Dehakê zalim wekî Ejderha, xwediyê sê serî, sê dev, şeş
çav, sê pê û hezar milên wî hene.
2. Azhî Dahaka, zalim û tîndarê xwînê ye wekî Babilonê ye. Navê Azhî Dahaka yê din Baevaraspa (Biyaresp, Bibrasp) e. Peyva ´Baevaraspa´ dihê wateya xwedîyê "deh hezar hesp" (deh hezar hespwarî). 
3. Azhî Dahaka wekî desthilatdarê çaremîn Şeddad e...
4. Azî Dahaka, qiralê zalim û xwînrêj. Azhî Dahaka wekî Astyageş.

5. Azî Dahaka wekî keyê Nînova´yê ye.

Di Avesta´ de şerê Thraetaona û Azhî Dahaka bingeha xwe ji mîtolojiya hindî werdigire. Lê di Şahnameya Ferdewsî de şerê keyê Ereb Dehak û Ferîdun heye. Yanî cîh hatiye guhartin. Azhî Dahaka wekî Ehriman (Ahriman Angra Mainyu) ye. Angra Maingu dihê wateya ruhê Şeytan.

 

     Duyalîzma Ferîdun/Kawa) – Dehak (Azhî Dahaka) kom dibe ser xalan:

Tarî – ronakî (Prensîbên Zardeştî li ser gelên Aryanî (Îranî) heye).

Gelên Aryanî û ne Arî, Babilî /dijberîya navbera Turan-Aryanê.

Nakokîya gelê bindest û serdest/tekoşîna gelê bindest li dijî dagerkerîyê, ji bo serxwebûnê.

Hêman û hizrên (fikr) Îndo – Aryanî / Hîndî...

Hêman û hizrên (fikr) Îndo – Aryanî / Hîndî-Ewrupayî bûne bingeha sereke. Vegotinên pirtûkên Weda/ ”Rîgweda” bûne bingeha mîrasa çanda me ya kevnare.

Ji derve ve, wergirtina mîtolojiya Semîtî, lê bi gelemperî bandorên Mezopotamya, Cihû (yahudî) û xaçperestî (xiristiyan) jî heye. Lê îslam bû qatlîama çanda kurdî.

01.01.2007

Ez nivîsa min di sala 2007an de hatîye amadekirin, lê min tiştên pêwîst lê zêde kir. Di wê demê de min navên kesan yên taybetî bi ”î” tewandine. Min dest nade tewandina navên kesan.

 

Maruf Yilmaz

Lêkolînerû doktoremend

 

Litteratur & Referens

(Hemû çavkanî li vir tune ne)

Bender, Cemşîd (1991). Kûrt Tarihi ve uygarlığı. İstanbul.

Îhsan Nurî, îhsan (1976). Kürtlerin kökeni. Çevıren M. Tayfun.

Gürdal, Aksoy (1991). Kürt dili ve söylenceler. Öteki Yayınevi. Ankara.

Yilmaz, Maruf (2015). Hur blev jag den jag ar? Södertörns högskola/Södertörn universitet

Feix, Josef (2004): Herodotus. Historier. Artemis & Winkler, Düsseldorf.

(Herzfeld, 1968: 16; Belki Mutlu (1968: 192-1923); Gûrdal Aksoy (1991: 73)

Mcdowall, D. (2001). A Modern History of the Kurds. London: IB Tauris.

Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.

Nikitin, B. (1986). Kürtler. Berlin: Wesanén Özgürluk Yolu.

Prof. Wilhelm Müller (1896). Beckers Världshistoria. Albert Bonniers, Förlag: Stockholm.

Mcdowall, D. (2001). A Modern History of the Kurds. London: IB Tauris.

Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.

FW König, Die Persika des Ktesias von Knidos , Graz, 1972, esp. s. 46f

Prof. Şemdettin Gûnaltay, r.125

Ferdowsî, Şahname, r.11-18