New York Times îdia kir ku Emerika haziriya sepandina cezayê li ser THYê dike

Rojnameya New York Times îdia kir ku Emerîka amadehiya sepandina hin cezayên nû bo Tirkiyê dike ku yek ji wan ew e ku heke Keşayê Brunson neyê serbestberdan, wê hin s3inordarkirinan deynin ser Rêyen Hewayî ya Tirk THYê.

Li gor rojnameya New York Times a Emerîkî, ku  Keşayê Brunson neyê berdan, sepandina danpêkirinan wê îro çarşemê destpê dike. Lewre Emerîkayê heftiya borî, heta îro mohlet dabû Tirkiyê.

Rayedarên pilebilind ji Helene Cooper û Eric Schmittê re axivîne û gotine yek ji wan danpêkirinan ku werin sepandin ew e ku, wê kompaniya Rêyên Hewayî ya Tirk THYê were sînordarkirin. Herwiha rayedarên Emerîkî daxwaza serbestberdana Zanyar Serkan Gölge ku nêzîkî salekê girtî ye û sê xebatkarên Konsulxaneya Emerîkayê yên hemwelatiyên Tirkiyê jî kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku doh Koşka Sipî heta 2-3 rojan an heftiyek mohlet dabû Tirkiyê bo Pastor Andrew Brunson were azadkirin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin