New York Times: Di serdana Pompeoyî de Siûdiyan 100 milyon dolar bo Rojavayê Kurdistanê daye Emerîkayê!

Rojnameya New York Timesê îdia kir ku di serdana Pompeoyî ya bo Erebîstana Siûdiyê, hikûmeta Siûdî bo Rojavayê Kurdistanê were xerckiri,n 100 milyon dolar dane Emerîkayê.

Li gor rojnameya New York Timesê, rêvebiriya Riyadê, da ku li Rojavayê Kurdistanê, li herêmên ji DAIŞê hatî rizgarkirin bê xerckirin, 100 milyon dolara ku berê soza dayîna wê dabûne Emerîkayê, di vê serdana doh a Pompeoyî ya bo Erebîstana Siûdiyê, razandine hesabên Emerîkayê.

Rojnameyê diyar kir, peywirdarê ku siyaseta Sûriyê ya Emerîkayê bi rê ve dibe û nexwestiye navê wî bê eşkerekirin,di derbarê bûyera Kaşıkçı de gotiye: 'Wexta vê bûyerê qetûqet tesaduf nîne."

Rojname cih dide daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Serokê Emerîkayê yê di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Breet McGurk ku wî red kiriye ku dayîna vê pereyî bi bûyera Kaşıkçı û serdana Emerîkayê ya bo Erebîstanê ve elaqedar be. McGurk gotiye Erebîstanê di meha tebaxê de soz dabû vê perê bide û dayîna vê jî wek mehên payîzê hatibû diyarkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin