Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin  

.


Neviyê Seyîd Riza, Rûstem Polat ku li Elmanyayê çûbû ser dilovaniya xwe li gundê Pîxamî yê navçeya Xozata Dersimê hat veşartin. 

 
Neviyê Rêberê serhildana Dersimê Seyîd Riza, Rustem Polat ê 70 salî 8'ê Çile li bajarê Maînzê yê Elmanyayê krîza dil derbas kiribû û çûbû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Polat li ser wesiyeta wî li gundê Pîxamî yê navçeya Xozatê ya Dersimê hat veşartin. 
 
Bi hewldana zarokên Polat cenaze pêşî ji Elmanyayê anîn Xarpêtê. Cenaze pişt re ji Mala Cemê ya Xarpêtê birin gundê Pîxamî. Di ketina gund de leşkeran bi hêceta vîrûsa koronayê destûr nedan ji bilî malbatê kesek din tevlî merasîma cenaze bibe.
 
Polat piştî merasîmê li goristanê hat veşartin. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye