Neviyê rêberê Kurd Seyîd Riza, Rustem Polat koça dawî kir

.

Hat ragihandin ku neviyê rêberê serhildana Dersîmê Seyîd Riza ku sala 1938an hatibû darvekirin Rustem Polat li bajarê Mainz ê Almanyayê koça dawî kir.

Rûstem Polat, neviyê Seyîd Rizayî di 70 saliya xwe de koça dawî kir. Polatî li Mainzê, bajarê Almanyayê dilê wî sekiniye û koça dawî kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, zarokên Polatî wê cenaze bibin Dêrsimê û li wir were binaxkirin.

Polat di tevahiya jiyana xwe de li cenazeyê kalikê xwe Seyîd Riza û qûrbaniyên Dersimê yên hatine darvekirin û şûna gorên wan nayê zanîn geriyaye. Polat wiha gotibû: “Ez dixwazim biçim serdana gora kalikê xwe û li ser gora wî find pê bixim û duayan bikim.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye