Neteweyên Yekbûyî mafê tevgera wek endamekî da Filîstînê

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, li ser navê 77 welatên di bin geşiyê de di sala 2019an de wexta bû berdevkê serdemê, mafê tevgerandina weke endamekî tam da Filîstînê.

Di dengdana Lijneya Giştî de bo vê yekê 146 dengê 'belê' derket.

Amerîka, îsraîl û Avustralyayê, dengê 'na' dane û 15 welat jî xwe jê vedan.

Konsûlê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jonhatan Cohen di axaftina xwe de got welatê wî dewleta Filîstînê nas nake û ew rast nabînin ku statuya Filîstîniyan li derveyî muzakereyan were başkirin. Cohen herwiha got welatê wî li dijî anîna Filîstînê bo serokatiya G77ê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin