Neteweyên Yekbûyî: Korona ji kontrolê derdikeve

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku belavbûna vîrûsa koronayê ji kontrolê derdikeve.

 

Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Vîrûsa koronayê qeyraneke wisa ye ku di jiyana me de weke wê qet çênebûye.”

Guterres got:  Mirovahî sînorê milyonek miriyên ji ber vîrûsa koronayê derbas dike û Covid-19 weke "gefa pileya yekem li ser asayîşa cîhanê" ye.

Li ser dîtina dermanê li dijî vîrûsa koronayê jî eşkere kir: “Divê em weke berjewendiyeke giştî li vaksîn û derziyan binêrin, çimkî vîrûsa koronayê ti sînorek nas nake. Pêdiviya me bi dermanekî heye, ku lêçûnên wê guncaw bin û ji bo her kesî bibe, vaksîneke ji bo xelkê be.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye