Neteweyên Yekbûyî Erdogan şermezar kir

.

Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber daxuyaniyên wî yên derbarê dewletbûna Qibrisa Bakur de û vekirina beşek ji Mereşa Girtî ya Qibrisê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şermezar kir.

Encûmena Asayîşa Navdewletî bi hemû endamên xwe daxwaz kir pirsgirêkên Qibrisê bên çareserkirin, li ser bingeha sîstemeke federalî ji bo damezirandina du civak û navçeyan siyasî wekhev.

Encûmenê herwiha kiryarên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên yek alî red kirin, herwiha biryara serkirdeyên hikûmeta Tirkiyê û berpirsên  Bakurê Qibrisê şermezar kirin ku derbarê vekirina navçeya Varosha de bû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê 19ê Tîrmehê serdana Qibrisa Bakur kiribû û gotibû, ew dê beşek ji herêma Varosha (Mereş) a Qibrisê vekin û berevajî biryara NY behsa çareseriyeke du dewletî kiribû.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû