Neteweyên Yekbûyî: Em piştevanî li Hikûmeta Kurdistanê dikin

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, derbarê êrîşên duh ên Îranê li dijî baregehên HDK û HDKÎ li Koya, daxuyaniyek belav kir û têde piştevaniya xwe ji helwesta Herêma Kurdistanê re ragihand.

Herwiha Netewên Yekgirtî di daxuyaniya de got: Em daxwaz dikin ku hemû alî rêzê li serweriya axa Iraqê bigirin.

Îro jî, serokê Hevpeymaniya El-Weteniye Iyad Elawî li ser Twittera xwe, bordûmana Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koyê bi tundî şermezar kir.

Elawî nivîsiye: Ew destdirêjiya sitemkar a ku Îranê li Koyê kiriye, cihê şermezariyê ye û pêwîst e helwesteke tund ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hebe.

Herwiha Ewlawî dibêje: Mixabin destwerdanên derve di nav Iraqê de, gihiştine bilindtirîn astê û bi taybet di vê qonaxa hestiyar de, ku pêwîstiya Iraqê bi helwesteke niştimanî heye, bi armanca ku biryara niştimanî parastî be.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin