Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq ragihand ku dahata Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) dê sala bê ji 50 zêdetir kêm bibe.
WFPyê jî diyar kir ku ji ber kêmbûna çavkaniyan, ew tenê dikarin alîkariyê bigihînin sêyeka mirovên birçî yên li cîhanê.
"Ji bo 110 milyon kesan 13 milyar dolar pêwîst in"
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivandin û bal kişand ser mezinahiya krîzê.
Farhan Haq got, "Em dixwazin piştrast bin ku WFP xwedî dahata pêwîst e.
WFP armanc dike ku sala bê bi budceyeke 13 milyar dolarî bigihîje 110 milyon kesî.
Lê em pêşbînî dikin ku dahata WFPyê dê negihîje nîvê vê hejmarê jî û dibe ku hîn jî bêtir dakeve."
"Berpirsiyarî nakeve ser milê welatekî tenê"
Farhan Haq li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya "Ew 5 welatên ku sala borî alîkariya xwe ji WFPyê re birîn kî ne? Kî herî zêde ji vê kêmbûna dahatê berpirsiyar e?" bêyî ku navan bide wiha got:
“Ev mijar ji berpirsiyariya welatekî tenê mezintir e. Em dixwazin piştrast bin ku hemû welatên ku alîkariyê dikin berpirsiyariyên xwe bi cih tînin."
Haq diyar kir ku ji bo wergirtina zanyariyên berfireh ên derbarê lîsteya welatên ku alîkariyên xwe kêm kirine, divê serî li rayedarên WFPyê were dayîn.
Di daxuyaniya WFPyê de jî hat destnîşankirin ku ji ber krîza darayî ya heyî, ew tenê dikarin alîkariya xwarinê bigihînin sêyeka kesên ku li seranserê cîhanê bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Her wiha hat gotin ku bi milyonan mirovên din di bin metirsiya wê de ne ku li gorî çarenivîsa xwe bên terikandin.