Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku jiyana rojnamevanan bêne parastin

Neteweyên Yekbûyî 2ê Mijdara her salekê wek "Roja Cîhanî ya Dawîanîn Li Parêzbendiya Tawanên Dijî Rojnamevanan" diyar kiriye.

Neteweyên Yekbûyî di derbarê binpêkirinên beramber rojnamevanan de amareke metirsîdar belav kiriye û dibêje, ji sala 2016ê ve heta 2017ê li ser belavkirina nûçe û zanyariyan nêzîka 1010 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin.

 

Neteweyên Yekbûyî ji wernegirtina tedbîrên pêwîst di derbarê binpêkirinan de nîgeran e û amaje bi wê yekê dike ku ti lêkolîneke pêwîst di derheqê piraniya binpêkirinan de nayê kirin û herwiha ji 10 rewşên kuştina rojnamevanan 9 rewş bêyî cezakirina tawanbaran bi dawî dibin.

 

Sekreterê Peyamnêrên Bêsînor, Christophe Deloire dibêje: "Divê em garantiyê bidin ku yasayên navdewletî tên cîbicîhkirin daku dewlet dijî parêzbendiya tawanên dijî rojnamevanan rawestin û tawanbaran ceza bikin. Ji her 10 rewşan, 10 rewş bi wî awayî ne ku encamderên tawanan nayên cezakirin û ev yek jî rê li ber kuştina rojnamevanan vedike."

 

Lijneya Parastina Rojnamevanan jî dibêje, ku sala 2018ê bo rojnamevanan saleke metirsîdar bû û heta niha bi kêmanî 45 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin.

 

Kuştina Rojnamevanan di 2018ê de li gor Lijneya Parastina Rojnamevanan:

 

-        Efxanîstan 12 rojnamevan

-        Sûriye 7 rojnamevan

-        Meksîka 4 rojnamevan

-        Amerîka 4 rojnamevan

-        Hindistan, Yemen û Efrîqaya Naverast 3 rojnamevan

-        Kolombiya û Îsraîl 2 rojnamevan

-        Slovakya, Brezîlya, Siûdiye, Lîbya, Ukrayna û Tirkiye 1 rojnamevan

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin