Neteweperwerî îdeolojîyek çewa ye?

Salîm Çelîker

 

Îdeolojîyên sîyasî yên klasîk çine?

Çi têkilî di navbera van îdeolojîyan û neteweperwerîyê da hene?

Çima neteweperwerî ne îdeolojîyek gerdûnî (universial) ye û herweha, Marks û Engelsên vê îdeolojîyê nînin?

Çima pirsa netewe û neteweperwerîyê du pirsên sereke yên rojane ne?

Di dinya îroyîn de, tenê li çend dewletan sînorên sîyasî û yên kulturî li hev in.

Li dinya roja me de tê texmîn kirin ku 7000 ziman û 5000 hezar qewm hene. Ev ziman û qewm di nava 200 dewletan de hatine hepiskirin. Sal bi sal beşek ji van ziman û qewman dewrê qebirstanê dibin.

Li Ewropayê 40 dewlet hene. Ji van dewletan 27 heb endamê Yekîtîya Ewropa ne. ji bilî Îsland û Portekîzê, li tu dewleta Ewropayê sînorên kulturî û yên sîyasî ne digel hev in. Bi gotineke din, li 38 dewletên Ewropayî pirsgirêka netewî heye.

Li Asyayê ji bilî Kore û Japonyayê, dewletên mayî jî bi vî rengî ne; ew dewlet jî ji ber vê pirsgirêkê tûşî krîzên sîyasî û şerên navxweyî ne.

Ji xwe li Afrîkayê sînor bi cetwel hatine xêz kirin. Piştî şerê duyem, hilweşandina kolonîyalîzma klasîk di nava wan sînoran de dewletên terîtorîyal hatin damezrandin. Bi dehan, bi bîstan qewm di nava van sînoran de dîl hatin girtin.

Li qita Amerîka jî rewş ne cûda ye.

Bi kurtayî, li dor % 90 î dewletên dinyayê, sînorên netewî û yên kulturî ji hev cuda ne. Ev dewlet pir neteweyî û pir etnîkî ne.

Ev rewş, pirsa neteweyan û herweha, neteweperwerîyê, li dinê, kirîye pirsa herî sereke.

Ev bûyer, bû sebeb ku lîkolîner, dinya akademîkî vê pirsê têxe rojeva xwe. Di destpêkê de tenê tarîxzan bi vê pirsgirêkê blî dibûn, lê ji salên 1950´î û bi vir ve gelek dsîplînên akademîkî yên dine jî di vî warî de dest bi berhemdayînê kirin. Di roja me de dsiplênên wek Cografya Sîyasî, Têkilîyên Navnetewî, Ilmê Sîyasetê, Antropolojîya Kulturî, Psîkolojîya Civakî, Felsefa Sîyasî, Huqûqa Navnetewî, Sosyolojî û Tarîx bi vê pirsê blî dibin. Ev yek, di jîyana însanîyetê de, îşareta grîngîya vê meselê ye.

Ev dsîplîn, li ser pirsa ku netewe û neteweperwerî “çima”, “çi çax” û “çewa” ketine rojeva dine, ji hev cuda bûne. Di vî warî de sê paradîgmayên esasî hene:

  1. Primordalîst: netewe û neteweperwerî du fenomenên xwezayî ne. Kevn in, qedîm in.
  2. Modernîst: Netewe û neteweperwerî du bûyerên berhemên dema modern ku di dawîya sedsala 18an de dest pê kirîye. Neteweperwerî piştî Şoreşa Fransayê ya 1789an û bi vir ve heye. Netewe ji alî neteweperweran ve têne çêkirin. Çikas pir kapîtalîzm ewqas hindik netewe û neteweperwerî.
  3. Etno-sembolîst: netewên dema modern a dawîya sedsala 18an, grûbên etnîkî yên dema pre-modern in. Ferqîya navbera wan kvantîtatîv (nîcel) e. Netewe berî neteweperwerîyê jî hene.

Ev teorîyên ku neteweyan û neteweperwerîyê bi nêrînên modernîst îfade dikin, bi awayeke giştî, têkçûn.

Civata kapîtalist ku wan xeyal dikir, homojenîzekî netewî ya yekgirtî pêknanî.

Çiqas zêde kapîtalîzm ewqas kêm netewe û neteweparêzî bi ser neket.

Pirsgirêka Katalonya, Welatê Baskê, Îrlanda, Flaman û Îskaçya li welatên kapîtalîst yên herî pêşketî de rû dan.

Nasnama Îspanyolî, nasnama Belçîkayî, Nasnama Brîtanî bi ser neket, ew nasname tenê di pasaportan de man. Her netewe nasnama xwe ya netewî ji bo xwe esas girt.

Li Fransayê û Tirkîyê ev nêrîn heta cîkî bi ser ket, lê ev serketin ne ya ekonomîya kapitalist e. Bi rêya îdeolojî û sîyasetê, eqalîyetên van herdû dewletan hatin entegre û asîmlie kirin.

Îdeolojîyên sîyasî yên klasîk li pey desthilatadarîya sîyasî ne

Îdeolojîyên sîyasî yên klasîk, bi xetên giştî, kommunizîm, konservatîzm û lîberalîzm in. Ev îdeolojî bi deshilatdarîya sîyasî blî dibin. Ew ji bo vê desthilatdarîyê, van pirsan didin ber xwe:

  • Wê civak çewa were organîzekirin?
  • Wê dezgehên civatê çewa werin bi serûberkirin?
  • Wê mirovên civatê çewa bi hev re bidin û bistînin?

Bi gotineke dinê, di pêvajoya hilberînê de, di navbera însanan û tabîatê de û herweha, di navbera însanan bi xwe de hinek têkilî tênê vucûdê. Ev Îdeolojîyên sîyasî van têkilîyan îzah dikin.

Di warê parvekirin û ji nû ve parvekirina hatinî û dewlemendîya civakî de ev ideolojî ji bo desthilatdarîya sîyasî têdikoşin. Di van pirsan de ev ideolojî xwedîyê pêşnîyarîn cuda ne.

Di sîstemek demokratîk de ev desthilatdarî bi destxistina hukumetê tê pêkanîn.

Ew hêzên ku têne ser kar, bi rêya sîyaseta xwe ya ekonomik, karakterê parvekirina hebûn û çavkanîyên civakî tayîn dikin.

Neteweperwerî li pey desthilatdarîya netewe ye

Îdeolojîya neteweperwerîyê bi pirsa parvekirina dewlemendîyên civakî, çareserkirina krîzên sinifî û pêkanîna edaleta civakî eleqedar nabe. Ev taybetmendî, noqteyek esasî ye ku neteweperwerîyê ji îdeolojîyen sinifî cuda dike (1). Daxwazîya neteweperwerîyê ya esasî deshilatdarîya neteweyî ye. Ev desthilatdarî, ji bo gelek neteweyan, li ser sê sitûna tê avakirin: Cografya netewî, nasnama netewî û zimanê netewî. Ev her sê fenomen jî ne xwedîyê karakterekî sinifî ne. Bi goteneke din, neteweperwerî ne îdeolojîyek gerdûni (universial) e. Loma jî ne Marks û Engels û ne jî Musa û Îsa`yê vê îdeolojîyê hene.

Ev desthilatdarîya netewî ji bo desthilatdarîya îdeolojîyên sîyasî jî pêşeşertek e. Ji bo ku mirov karibe li ser cografyakî, bi azadî, ji bo serkeftina îideolojîyê xwe ya sinifî bixebite, divê desthilatdarîya mirov ya netewî hebe; divê neteweyê mirov li ser cografya xwe xwedî statu be.

Ger ku desthilatdarîya netewî tunebe, ew mekanîzma ku pêvajoya sîyasî ya demokratîk li dar dixe jî wê tunebe. Bi gotineke din, ger ku desthilatdarîya netewî tunebe, demokrasî ya ku mirov xeyal dike jî wê tunebe. Tunebuna desthilatdarîya netewê mirov teslîm û mahkûmê rejima netewê serdest dike.

Partiyek sîyasî dikare him neteweperwer û him jî xwedî îdeolojîyek sîyasî be

Li dinya îroyîn de çi xwedî dewlet û çi jî bêdewlet, hemû civat neteweperwer in. Ev neteweperwerî, tevî kokên xwe yên tarîxî, ji alî mirovên li rêze ve, di jîyana rojane de her roj ji nû ve tê xulqandin (Banal nationalism). Gelek neteweyên bê dewlet, lê xwedîyê pêşengên netewî, hay ji vê heqîqetê hene û li gor vê heqîqetê xwe organîze dikin.

Partîya Neteweperwer a Katalanya, Partit Nacionalistan Catalan, ji 1932an û bi vir ve ji bo desthilatdarîya neteweyê Katalan di xebateke da ye. Ev partî di warê îdeolojîyên sinifî de nêrînek wek rastgirîya merkezî (centre-right) diparêze.

Partîya Neteweperwer ya Welatê Baskê, Parti Nationaliste Basque. Ji 1895an û bi vir ve kar dike. Ev partî ji, ji bilî îdeolojîya neteweperwerîyê, xwedî îdeolojîyek sinifî ye. Ev îdeolojî çepgir e. Di nava xwe de, wek Xirîstîyanên Demokrat, Lîberal û Sosyal Demokrat, sê baskên cuda dihewîne.

Partîya Netewî ya Îskoçyayê, Scottish National Party ji 1934 û bi vir ve xebata desthilatdarîya netewî dide. Di Parlementoya Îskoçyayî de ji sedî 81 parlamenter bi vê partîyê va girêdayîne. Di ware ideolojîyê sîyasî ve ev partî xwe wek sosyal lîberal bi nav dike.

Sinn Fein, ku ev gotin di zimanê qedîm ê Îrlandî de tê wateya “Xwebûn”ê ji 1905an û bi vir ve ji bo serxwebûn û yekgirtîya Îrlandayê têdikoşe. Ev partî di ware îdeolojîyên sîyasî de sosyalîzma demokratîk diparêze.

Ev her çar partî yên neteweyên bê dewlet ku min ew li jor bi nav kirin, him di qada sîyaseta giştî û him jî sîyaseta netewî de bi qedr in û xwedî giranî ne. Ev partî bi serbilindî xwe wek neteweperwer bi nav dikin.

Ev hêzen partîyên, bi desthilatdarîya xwe, ne tenê li parvekirina hatinî û dewlemendîyên civakî, herweha, ew li îdeolojîya neteweperwerîyê jî tesîr dikin.

Di vê rewşê de, karakterê neteweperwerîyê ji alîyê karakterê îdeolojîyê sîyasî yê desthilatdar de tê tayîn kirin. Mirov kare bêje ku neteweperwerê wek şîr e; jê him penîr çedibe, him mast çêdibe û him jî toraq çêdibe.

Bi kurt û kurmancî: Di civatek de ger mirov xwedîyê projeya avakirina civatek netewî be, divê mirov neteweperwer be. Ji ber ku îdeolojîya pêkanîna vê projeyê tenê neteweperwerî ye. Li alî din, “em” û “ew” heqîqetek sosyolojîk a vê dinyayê ye. Dinya ji ziman û neteweyên cuda pêk tê. Di vê heqîqetê de pirsa muhîm ev e: Gelo “em” divê çi bike da ku ”ew” nebe yê dinê, nebe yê li dij?

1-Ev tespîta ku ferqîya di navbera îdeolojîiyên sîyasî yên klasîk û îdeolojîya neteweperwerîyê destnîşan dike, xwe dispêre nêrînên lêkolîner Michael Freeden û Anthony D. Smith. Ev babet wê di xebatek dine de bi berfirehî were nirxandin.

27-07-2020