Netewên Yekbûyî rapora ji nû ve avakirina Sûriyê aşkere kir

Li gor rapora herî dawî ya Komîteya Aborî ser bi Neteweyên Yekbûyî, 400 milyar dolar pêwîst e bo jinûveavakirina Sûriyê. Di rapora navborî de tenê behsa qebareya wêraniyê dike û ti behsa hejmara kuştiyan di şerê heft salan li Sûriyê nake.

Ji nû ve avakirina Sûriyê niha bûye mijara sereke ya Rûsya û hikûmeta Sûriyê jî, ji ber ku Amerîka û welatên Ewropayê naxwazin, beşdarî projeya ji nû ve avakirina Sûriyê bibin.

 

Li gor Komîteya Aborî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî 400 milyar dolar bo avakirina jêrxana bingehîn a Sûriyê pêwist e.

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî ragihandiye, ku 400 milyar dolar bo avakirina jêrxana bingehîn a Sûriyê pêwîst e ku projeyên ji nû ve avakirina wîw elatî dê bo dema 10 heta 15 salan bidome.

 

Grûpa welatên mezin ên pîşesazî yên cîhanê ku bi G7 tê naskirin û ji welatên weke Amerîka, Japon, Almanya, Kanada, Brîtanya, Îtalya û Fransa pêk tê, dibêje ku bêyî veguhestina siyasî li Sûriyê, ew beşdariyê di projeya ji nû ve avakirina wî welatî de nakin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin