Netenyahu: Li Îranê heke rejîm birûxe em ê bibin dost!

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, eger rojekê rejîma niha ya Îranê birûxe, dê gelên Îsrîalê û Îranê careke din bibin dostên gelek baş.

Benjamin Netanyahu li ser hesaba xwe ya Twitterê vîdyoyek belav kir û li ser xwepêşandanên li Îranê û tohmetbarkirina Îsraîlê ji aliyê hikûmet û rayedarên Îranê ve axivî.

 

Netanyahu got, ku rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hewl didin ku toyê kîn û nefretê di navbera Îsraîliyan û Îraniyan de biçînin û tekez kir, ku ew hewla hikûmeta Îranê serkeftî nabe.

 

Netanyahu her wiha diyar kir, eger rojek ji rojan rejîma niha ya Îranê birûxe, dê gelên Îsraîlê û Îranê careke din bibin dostên gelek baş.

 

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha hêvî kir, ku xelkê Îranê di hewlên xwe yên ji bo azadiyê de serkeftî bin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin