Netanyahu: Heger kesek bixwaze te bikuje, tu destpêkê wî bikuje

Piştî êrîşa dawî li ser Sûriyê, Serokwezîrê Îsraîlê radigihîne, ewê di armanckirina binkeyên rêxistinên Îranî li Sûriyê berdewam be û wan amadekariya xwe ji hemû sînaroyan re kirine.

Piştî êrîşa dawî li ser Sûriyê, Serokwezîrê Îsraîlê radigihîne, ewê di armanckirina binkeyên rêxistinên Îranî li Sûriyê berdewam be û wan amadekariya xwe ji hemû sînaroyan re kirine.

Artêşa Îsraîlê ragihand, şeva bûrî firokeyên Îsraîlê êrîşî hejmarek binkeyên Feyleq El Qudis û mîlîşyayên Şîe li derdora Şamê kirin, lê zanyarî derbarê ziyanan de neda.

Piştî wê êrîşê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, “Me amadekariyên êrîşeke mezin a Feyleq El Qudis a Îranê li ser Îsraîlê jinav bir. Li ti cihekî parêzbendî ji Îran nîn e.”

Netanyahu nivîsî: “Hêzên me di hemû waran de li dijî êrîşên Îranê kar dikin. Heger kesek bixwaze te bikuje, tu destpêkê wî bikuje.”

Netanyahu da zanîn jî, wî araste dane hêzên Îsraîlî ku ji her sînaryoyekê re amade bin û ji bo parastina Îsraîlê wan rênimayên yekalîker li dijî Îranê girtine ber.

Ji despêka krîza Sûriyê ve Îsraîlê gelek caran binkeyên hêzên Îranî li Sûriyê bombebaran kirine, di vê mehê de jî ev cara sêyemîn e.

Îsraîl daxwaz ji Rûsyayê dike ku hebûna Îranê li Sûriyê lawaz bike, lê berpirsên Rûsî dibêjin, Îran li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê li wî welatî ye û ew nikarin bi zorê Îranê ji Sûriyê derbixin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe
Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû